'Piştgiriya ji bo mexdûrên erdhejê erkeke niştîmanî ye'

Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyek nivîskî ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir û got ku piştgiriya ji bo mexdûrên erdhejê erkeke niştîmanî ye.

Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê bal kişande ser erdheja şevê din bi pêla 7,3 li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê çêbûyî û ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê û got; “Li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî bajarê Kirmanşan, Serpîlî Zehaw, Ezgele, Goran, Yarsan, Şabad, Qesra Şirîn, Sêgoşeya Bawecan heya Başûrê Kurdistanê taybetî bajarokê Derbendîxan, xisareke mezin a canî û maddî gihiştiye welatiyan. Belê mixabin li Rojhilat zerara canî zêde ye ku heya niha 600 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 6 hezar kes jî birîndar bûne.”

Daxuyaniya KNK’ê wiha dewam kir: “Ji bo gelê navçeyên Kurdistanê yên erdhej lê çêbûne, pirsgirêka serekî ne rûdana bûyerek xwezayî ye. Pirsgirêka serekî ew e ku gelê van navçeyên Kurdistanê bikarin cih di desthilata siyasî de bigirin, biryar li ser pêşeroja xwe, xwe parastin û plandanîna navçeyên xwe bidin. Ji ber ku ti xizmet ji bo wan nayê kirin. Ji ber ku desthilata sistema gendel û bê berpirsane guhdarî silametî, parastin, tenduristî û jiyana welatiyan nake. Ji ber vê jî dema bûyerek xwezayî rû dide ziyana canî digihêje astek wiha zêde.

Weke Kongreya Netewî ya Kurdistanê ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî dixwazin . Ji tevahî gelê Kurdistanê daxwaz dikin bi her şêweyek ku bikarin destê alikariyê ji bo mexdûrên erdhejê dirêj bikin.

Rojhilatê Kurdistanê hemû demî û bi hemû şêweyan piştgiriya parçeyên din ên Kurdistanê bû. Niha Komara Îslamiya Îranê bîlançoya windahiyên canî û zererên maddî kêm nîşan dide. Ev jî bi armanca ji bo di nava gel de hestên piştgiriyê dernekeve pêş. Dewleta Tirk jî bi şandina hinek alîkariya weke sembol, dixwaze ji raya giştî û Kurdistanê re rastiya xwe veşêre û siyaseta xwe ya dijî gelê Kurdistanê veşêre. Ji ber wê daxwaz ji her takekesekî Kurdistanê dikin bê cudahiya siyasî û dilsoziya niştîmanî destê alikariyê ji bo wan dirêj bike.”

KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got; “Kongreya Netewî ya Kurdistanê carek din dibêje ku gelê Kurdistanê bi xebata xwe ya azadîxwazene wê bigihêje asta sîstemek demokratîk û niştîmanî” û banga hevgirtin û alîkariyê kir.