KNK: Komploger negihaştin mirazên xwe, têkoşîna Ocalan bi ser ket

KNK'ê Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li ser Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir, diyar kir, komploger bi ser neketine, têkoşîna Ocalan û gelê Kurd bi ser ketiye, bang Kurdistaniyan kir ku komployê şermezar bikin.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya salvegera 20'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî da û komplo şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 15'ê Sibata 1999'an bêdadiyeke mezin hate kirin û hate gotin, "Meziniya wê bêdadiyê di karaktera wê bûyer û kiryarê da tê dîtin. Li milekî mezinekî xelkê Kurdistanê û serokê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan, li milê dî dewleta dagirker Tirkiye û dewletên tifaqdar yên  li dinyayê. Birêz Ocalan doza azadiya xelkê xwe dike, têkoşîna rizgariya welatê xwe dide. Dijmin û tifaqdarên wê yên dinyayê lê hatin xezebê û xwestin dinyayê lê teng bikin, bêhnê lê biçikênin. Ne wijdan, ne insaf, ne mafên mirovî, ne huqûq, ne dad û dadyarî û ne jî ehlaq hate bîra wan û biryar dan ku mezinekî Kurd, ku ji bo wijdan, huqûq, dad û dadyariyê, bo aştî, wekhevî, azadî û hemû bihayên mirovî xebat û têkoşînê dide bêdeng bikin, jiyanê lê heram bikin.''

Daxuyaniya KNK'ê wiha ye:

''NIRXÊ MIROVÎ Û SINCÎ BINPÊ KIRIN'

''Tifaqdarên dewleta Tirkiyeyê yên dinyayê, ji Amerîkayê bigirin heta gelek dewletên YekîtiyaEwrûpayê, Yewnanistan û hetta Rûsyayê û Israîl, Misir û Kenya jî pê re, di xeta neheqî û bêdadiyê da bûne rêz û ji bo berjewendiyên xwe, temamî normên mirovî û ehlaqî binpê kirin û bi leyiz, entrîka û dek û dolabên neyarane Birêz Ocalan li Kenyayê, ku li ser bextê welatekî endamê YekîtiyaEwrûpayê, Yewnanistanê bû, bi hîlebaziyeke nedîtî û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkiyeyê kirin.

'MIRAZÊN KOMPLOGERAN BI CIH NEHATIN'

Pêvajoya komployê bi zelalî nîşan da ku ev merkezên bêdadiyê negihiştin mexseda xwe, xwezî û daxwazên ku hêvî dikirin bi dest ve neanîn. Li hêviyê bûn ku PKK ya ku pêşengiyeke radîkal ya bizava neteweyî ya Kurdistanê dike têk biçe, belav be, an jî qet nebe gelek lawaz be. Di midehê van 20 salan da çi hêvî dikirin tam bereks encam derkete meydanê. Ne Birêz Ocalan têkoşîna xwe hêla, ne jî xelkê Kurdistanê dest ji doza xwe berdan. Bersiva xelkê Kurd her di wê sala komploya 15'ê Sibata 1999'an da jî gelek xurt bû.

'TÊKOŞÎNA OCALAN Û GELÊ KURD BI SER KET'

Ew roj yêk û îro du, dijmin û hevalbendên wan şkestin lê têkoşîna Ocalan û ya xelkê Kurd serkevt. Van 20 salan ew rûreş kirin, lê Ocalan û xelkê Kurd rûspî kirin. Di 20 salan da heqiyê, dad û dadyariyê zora neheqî û bêdadiyê bir û di encamê da Ocalan, PKK û pêk ve xelkê Kurd têkoşîna xwe anî merheleyeke bilindtir ku îro ji hemî deman xurttire.

Niha jî dewleta dagirker ya Tirk, ne tenê êrîşê hêzên çekdar dike, di heman demê da êrîşê hemî deskeftiyên Gelê Kurdistanê dike. Dest datîne ser şeredariyan, parlamenter, şaredar û di hemî astan da siyasetmedaran digre. Bi vî rengî dixwazi Gelê Kurdistanê bitirsîne, berxwedan û vîna Gelê Kurdistanê bişkêne.

'DEWLETA TIRK LI BAKUR, BAŞÛR, ROJAVA DIJMINATIYA KURDAN DIKE'

Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê her wiha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dijminatiya Kurdan dike. Di warê navneteweyî da hewl dide ku Kurd neyêne naskirin, li ser erdê jî dijminên Kurdan destek dike. Di pêvajoya referandûmê ya Başûrê Kurdistanê da, bi Îran û Êraqê re kete nava îttîfaqê û bi eşekere dijmintiya gelê Kurdistanê kir. Salekî pêş niha bi awayekî hovane êrîşî herêma Efrînê kir. Hêzên YPG/YPJ yê bi qehremaniyeke mezin û bê hempa li berxwedan û demeke dirêj herêm parastin. Di hemî waran de hêza dijmin qat bi qat ji hêza YPG/YPJê zêdetir bû. Di encamê de herêma Efrînê hate dagîrkirin. Dewleta Tirk niha jî dixwazi herêmên din yên Rojava dagir bike. Di vî warî de her roj di nava hewldanan de ye. Dewleta Tirk dijminê sereke ye, divê hemî hêzên Kurdistanî li hember dewleta Tirk rawestin. 

'NEKARÎN OCALAN TASFIYE BIKIN'

Li ser komploya 15ê Sibatê re 20 sal derbas bûne. Di van 20 salan da, dijminan û hevalbendên wan nekarîn ne Ocalan, ne jî doza Kurdistanê tesfiye bikin. Hewildanên wan yên bi vî rengî daîm bi têkoşîna yêkgirtî ya xelkê Kurd belav bûn. Merkezên fitne û fesadê berî 20 salan jî ev êrişkariya xwe ya neyarane kirin û serê wan bi zinarên Kurdistanê ket û mejiyê wan belav bû. Vê carê jî dê wisa li wan bêt. Kurd û Kurdistaniyan di midehê van 20 salan da têkoşîna xwe bilind kirine, yekîtiyaxwe mezintir kirine, plan û projeyên têkbirina şoreşa Kurdistanê serûbin kirine, propagandayên kirêt û ne ehlaqî tarûmar kirine.

Gelê Kurdistanê, bi tecrubeya salan qîmetê pêşeng û mezinên xwe yên têkoşîn û bedelên giran dayî dizanin, rêz û hezkirina xwe ya digel rêber û rêvebirên xwe hardaîm nîşan didin, li dora partî û hemû organîzasyonên xwe yên ku doza Kurdistanê bi serbilindî didomînin kom dibin û di çarçoveya yekîtiyaneteweyî û welatî da têkoşîna azadî û rizgariyê bilind dikin û ev pozisyona berxwedanê dê heta serkevtina mezin dewam bike.

BANG

KNK di salvegera komploya 15ê Sibatê da careke dî bang li hemû Kurdistaniyan dike ku li welat û li her cihên lê, hawar û gaziya xwe ya têkoşîna ji bo azadiya Birêz Ocalan û rizgariya Kurdistanê, û xwedî derketina berxwedana Efrînê bilind bikin, yekîtiyaxwe û tifaqa digel yar û hevalbendên Kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermizar bikin.

KNK her wiha bang li hemû Kurdistaniyan jî dike ku beşdarî protestoyên komploya 15'ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşeriya doza Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin.''