KNK: Gelê Ermen piştî 108 salan bi trajediyeke din re rû bi rû ye

KNK'ê diyar kir ku dema ew li dîmenên li Qerebaxê temaşe dikin, dîmenên Şengal, Efrîn û Serêkaniyê têne ber çavên wan û êrişên Tirkiye û Azerbaycanê şermezar kir.

Konseya Rêveber a Konrgeya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser trajediya li Qerebaxê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev e çend roj in li ber çavên cîhanê li herêma Qerebaxê (Artsakh) trajediyeke insanî diqewime. Piştî 108 salan carek din gelê Ermen li ser axa xwe tê qetilkirin û koçberkirin. Tişta niha li herêma qerebaxê diqewime, qirkirine û derbederkirina nijadî ye, berdewama jenosida 1915'an û weke wê ye. Îro li herêma Qerebaxê bi destê dewleta Azerbeycanê û dewleta Tirkiyeyê derbederkirinek nijadî tê kirin. Li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Mixabin ev trajedî li ber çavên cîhanê diqewime û cîhan lê temaşe dike."

Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Dema em li dîmenên li Qerebaxê temaşe dikin, dîmenên Şengal, Efrîn û Serêkanîyê têne ber çavên me. Eger navên wan cuda bin jî lê fail heman e, di van êrîş û komkujiyan de dewleta Tirk an rasterast êrîş dike an jî di pişt perdeyê de ye. Di van bûyeran hemûyan de dewleta Tirk failê sereke ye. Di vê demê de wleta Tirk dixwaze li ser hesabê gelê Kurd, gelê Ermen û gelê Yewnan, sînorên xwe fireh bike û bibe hêzeke mezintir a hegemonîk. Tişta îro li Qerebaxê diqewime encama vê zîhniyetê ye. Eger pêşî li vê zîhniyetê neyê girtin, dîmenên îro li Qerebaxê derdikevin pêş, wê li gelek deverên din jî derkevin pêşiya mirovahiyê."

KNK'ê bangeke bi vî rengî kir:

"Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK, carek din piştgiriya xwe ji gelê Ermen re radighînin û êrîşên Azerbeycan û Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin. Her wiha di serî de Neteweyên Yekbûyî, em bang li hemî sazî û dezgehên cîhanî û hemî hêzên cîhanî dikin ku li hember vê tradejiyê bêdeng nemînîn, pêşiya êrîşan û pêşiya derbederkirina nijadî bigrin."