Konseya Rêveber a Kongreya Netewîya ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Kurdistaniyên cîhanê kir ku 26’ê Gulanê tevlî çalakiya ‘’ GLOBAL ACTION DAY AGAINGS TRUKISH INVASION IN KURDISTAN ON 26 MAY 2018” bibin, ku pêşengiya dostên Kurdan bi asta cîhanê26’ê Gulanê wê pêk were.
KNK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser li Rojava, Bakur û Başûr, bi taybetî jî yên li ser Efrînê ku dewleta Tirk dixwaze demografiya Efrînê biguherîne, her wiha bal kişande ser êrîşên li ser Bradostê ya Başûrê Kurdistanê û got:
‘’Êrîşên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd û Kurdistanê, li Bakur, li Rojava û li Başûr berdewamin. Bi êrîşên hovane herêma Efrînê dagir kirin û bi awayekî sîstematîk demografîya Efrînê diguherînin. Ev demeke berê êrîşên xwe dane Başûrê Kurdistanê û li herêma Bradostan hinek cih dagirkirine. Ji xwe dagirkerî û êrîşên li Bakurê Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Li hember van êrîş û dagirkeriyê di sêrî de şervanên azadiyê û gelê me di nav berxwedanekî mezin û bêhempa de ye.
‘BI GIRSEYÎ EM TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBIN Û DEWLETA TIRK MEHKÛM BIKIN’
KNK’ê bi berdewamî bal kişande ser çalakiya bi navê ‘’ . “Çalakiya Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk ya li Kurdistanê’’ ku bi pêşengiya dostên Kurdan bi asta cîhanî wê pêk were û got:
‘’Di vê berxwedanê de dostên gelê Kurd jî, bi çalakîyên cûrbecûr cihê xwe digrin. Bi vê munasebetê grubekî dostên Kurdan bi navê “GLOBAL ACTION DAY AGAINGS TRUKISH INVASION IN KURDISTAN ON 26 MAY 2018” di asta cihanê de banga çalakiyeke berfireh kirine. “Çalakiya Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk ya li Kurdistanê” roja 26’ê Gulanê 2018’an , ji Japonya heta Kanada, ji Başûrê Afrîka heta Îskandînavya, ji Avustralya heta Emerîka Latînî, ji Hindistan heta Rusya, li seranserê cihanê di pêşkêşîya dostên Kurdan de pêk tê.
Em KNK, ji dost û hevalên xwe û ji hemî gelê Kurdistanê dixwazin, bi awayekî girseyî cihê xwe di nav van çalakiyan de bigrin û dijî dagirkeriya dewleta Tirk rawestin û mehkûm bikin.’’