KNK'ê sersaxî ji malbata Berkpinar xwest

KNK'ê ji ber wefata endamê xwe Ekrem Berkpinar, sersaxî ji malbatê û gelê Kurdistanê re xwest.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ji ber koça dawî ya endamê KNK'ê Ekrem Berkpinar daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ekrem Berkpinar xemxwarê doza welatê xwe Kurdistanê bû û ji bo azadiya gelê xwe, ji bo rizgariya welatê xwe têkoşîneke xurt dida. Di organîzekirina gelê Kurd ê Elewî de xebatên berfireh kirin û berpirsiyariyên bilind wergirtin. Di Yekîtiya Elewiyên Kurdistanê de mirovekî aktîv bû. Her wiha di Federasyona Elewiyên Kurdistanê de du dewreyan serokatî kir. Di Med TV de li ser pirs û pirsgirêkên Elewiyan program çêkirin. Ekrem Berkpinar ji bo yekîtiya Kurdan jî xebatên piralî dikirin û wekî endam û damezrêner di nav PKDW û KNK'ê de bi aktîvî kar dikir."

KNK'ê diyar kir ku Berkpinar di prosesa têkoşînê de ti carî xwe ji berpirsyariyê venedigirt û her tim milê xwe dida ber her rengê kar.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em wekî KNK ji ber wefata endamê KNK'ê Ekrem Berkpinar bi xem in. Bila serê malbata wî, kes û karên wî û gelê Kurdistanê sax be. Em şirîkê xema malbata wî ne.

KNK endamê xwe yê hêja Ekrem Berkpinar ji bîr nake û daîm bi rêz û hezkirineke mezin wê bi bîr bîne."