KNK'ê polîtîkaya darvekirinê ya Îranê şermezar kir

KNK’ê bi daxuyaniyekê li ser darvekirina pêşmergeyê dîlgirtî Hîdayet Andullapûr ya bi destê rejîma Îranê ve daxuyanî da.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser darvekirina pêşmergeyê dîlgirtî Hîdayet Andullapûr, ya bi destê rejîma Îranê daxuyanî da û got, beriya ku were darvekirin rejîma Îranê êşkence jî li Andullapûr kiriye.

KNK’ê got, Rejîma Îranê, "Bi çarçoveya siyaseta qirêj, pêşmergeyekê dîl irtî yê bi navê Hîdayet Andullapûr îdam kir. Șehîd Hîdayet, piștî ku tête girtin. heyama çend mehan tê eșkence dan. Pașî ji bo cihekê nediyar vediguhêzin. Di mehkmeyeke nadadperwer da biryara îdamê li ser tê dan û biryarê bi cih dikin. Vê rêjîmê hîç pensîbek li ber çav negirt û tenê nehiștin berî sêdaredanê malbata xwe jî bibîne.

Șehîd Hîdayet dîlê șer bû, heger çi danezana gerdûnî ya mafên mirovan kuștina dîlan red dike, lê rêjîmek ku li ser binemayên dijî azadî û demokrasiyê hatibe damezirandin, çawa wê guhdariya danezana mafên mirovan bike."

KNK’ê bi berdewamî di daxuyaniyê de got, "Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi tundî îdamkirina șehîd Hîdayet șermezar dikin. Sersaxîyê li malbat û hevalên wî ù hemû xelkê Kurdistanê dikin. Di kesayetiya wî de hemû șehîdên Kurdistanê bi bîr tinin û bejna xwe li hember rih û têkoșertiya wana ditewînîn."