KNK’ê komkujiya Qamişlo û Gazî şermezar kir
KNK’ê komkujiya Qamişlo û Gazî şermezar kir
KNK’ê komkujiya Qamişlo û Gazî şermezar kir
Serokatiya Konseya Rêveber ya KNK’ê peyamek nivîskî weşand û Komkujiya Qamişlo û Gazî şermezar kir. KNK’ê di peyama xwe de got; “Dagirkerên xaka Kurdisanê, darbekar in û bi feraseta faşîzan, bi feraseta înkar û tunekirinê nêzîkî gelê Kurd bûne, îro jî bi heman ferasetê tevger dikin.”
Serokatiya Konseya Rêveber ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) biboneya komkujiyê Qamişlo û Gazî daxuyaniyek nivîskî weşand. KNK’ê destnîşan kir ku, “Yek ji van komkujiyan, komkujiya li Qamişlo ye, yek jî komkujiya li Gazî ye. Balkêşe ku ev komkujî rastî, 12’ê Adarê, roja derbeya faşîst ya leşkerî li Tirkiyeyê hatin.” KNK’ê di peyama xwe de bang li her kesekê kir ku, bê şert û merc ji bo yeketiya netewî tevger bike û berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bîne.
‘MEHA ADARÊ MEHA TEKOŞÎN Û BERXWEDANÊ YE’
KNK’ê da diyarkirin ku, “Di dîroka gelê Kurd de, meha Adarê xwedî taybetmendiyek cûda ye. Lewma gelê Kurd meha Adarê weke meha şehîdan bi nav dike û di heman demê de, weke meha berxwedan û têkoşîna şoreşgerî bi nav dike. Meha Adarê, meha destnîşan kirina îradeya mezin ya gelê Kurd e.”
‘FERASETA KOMKUJIYÊ ÎRO JÎ DI BIN PÊŞENGTIYA AKP’Ê Û GULEN DE DIDOME’
KNK’ê balkişande ser komkujiyên li ser gelê Kurd û wiha got: “Baş tê zanîn ku, di meha Adarê de, dagirkerên xaka Kurdistanê bi peymanên di nava xwe de û bi piştigiriya hêzên navneteweyî, li dijî gelê Kurd gelek komkujî pêkanîne. Yek ji van komkujiyan, komkujiya li Qamişlo ye, yek jî komkujiya li Gazî ye. Balkêşe ku ev komkujî rastî, 12’ê Adarê, roja derbeya faşîst ya eskerî li Tirkiyê hatin.
Dagirkerên xaka Kurdisanê darbekar in û bi feraseta faşîzan, bi feraseta înkar û tunekirinê nêzîkî gelê Kurd bûne, îro jî bi heman ferasetê tevger dikin.
Divê werê zanîn ku feraseta kujer û faşîzan, îro jî li Tirkiyê dibin pêşengiya koalîsyona desthilatdariya AKP’ê û Cemaeta Gulen de; li Îranê dibin pêşengiya rejîma Melayan de; li Îraqê dibin pêşengiya bermayî û mîratzadeyên Baasê de; li Sûriyeyê jî dibin pêşengiya rejîma Baasê û muxalefeta ku şovenîzma ereb pêşdixin de, komkujiyên li dijî gelê Kurd berdewam dikin. Pêwiste gelê Kurd jî, hêzên siyasî û civakî teva, bi dilsoziya yekîtiya neteweyî tevbigerin û rojekê berî rojekê, mînaka Rojavayê Kurdistanê li ber çavan bigirin û ji bo serketina dîrokî û bidestxistina azadiyê, yekîtiya xwe sazkar bikin.”
Kongereya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê bi vê boneyê şehîdên komkujiya Qamişlo û Gazî bi dilsozî bibîr anî û her wiha hêzên dagirker û kujer jî şermezar kir.
‘KOMKUJIYA QAMIŞLO PIŞTÎ PEYMANA NAVBERA TIRKIYE Û SÛRIYEYÊ PÊKHAT’
KNK’ê da zanîn ku, “Pêwiste gelê Kurd van komkujiyan baş bixwîne. Ji ber ku komkujiya Qamişlo piştî peymana Edenê ku di navbera Tirkiyeyê û Rejîma Baasa Sûriye de hate imze kirin, di 12ê Adara 2004’an de bi planekî bêbext de hate pêkanîn. Komkujiya Qamişlo, li dijî îradeya gelê kurd, li dijî rêxistinîbûna dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd de pêşdiket hate pêkanîn. Lê berxwedana gelê Qamişlo û desteka gelên li Rojavayê Kurdistanê, planên qirkirin û şikandina îradeyaa gelê Kurd teva berteraf kirin û bingeha şoreşa îro amade kir. “
‘KOMKUJIYA GAZÎ ARMANC ŞIKANDINA ÎRADEYA KURD Û CIVAKA ELEWÎ BÛ’
KNK’ê di daxuyaniya dayî de balkişande ser komkujiya Gazî ya li Stenbolê jî û wiha got: “Qirkirina Gazî jî, bi armanca şikandina îradeya gelê kurd û civaka Elewî hate pêkanîn. Lê gelê kurd û civaka êlewî bi giyanê şoreşgerî dijberiya xwe nîşan dan û êrîş berteref kirin.”
‘JI BO YEKETIYA NETEWÎ TEVGER BIKIN Û LI HEMBER DÎROKÊ BERPIRSYARTIYÊN XWE BICIH BÎNIN’
KNK’ê peyama xwe wiha bi dawî anî: “ Em weke KNK komkujiya Qamişlo, komkujiya Gazî û darbeya faşîst ya leşkerî ku di 12ê Adara 1971ê de li dijî muxalafeta Kurd, li dijî eniya demokratîk û çepgirên li Tirkiyeyê, li dijî karker û gundiyên tevahiya Tirkiyê hate pêkanîn bi dijwarî şermezar dikin.
Em bang li tevahiya gelê Kurd, li sazî û dezgehên siyasî û civakî teva dikin ku, di qonaxa îro de firsetek dîrokî derketiye holê û vê firseta dîrokî ji destên xwe bernedin. Mînaka wê jî şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê tê pêşxistin e. Pêwiste her kes, bê şert û merc ji bo yekîtiya neteweyî tevger bike û li hemberî dîrokê binbarî û berpirsiyariya xwe bîne cih.”