KNK’ê komkujiya Helebçeyê şermezar kir

KNK’ê komkujiya Helebçeyê şermezar kir

KNK’ê da diyarkirin ku, gelê Kurd sedsala 20’an weke sedsala qirkirina gelê Kurd binav dike. KNK’ê destnîşan kir ku, pêwîste hêzên dagirker û kesên piştgirî dane hêzên dagirker, di qada navneteweyî de werin dadgeh kirin û ceza kirin. KNK’ê di peyama xwe de banga bilez ya kongreya netewî kir.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî 25’mîn salvegera Komkujiya Helebçeyê ku di 16’ê Adara 1988’an de rejima Baas ya Sedam Huseyîn Helebçe kîmyabaran kir û di nav de jin, zarok, pîr û ciwan heyî bi giştî 5 hezar Kurdên sivîl qetilkirin û bi hezaran jî seqet man, peyamek da.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Birînên gelê Kurd yên dîrokî ji sedsala bîstan derbasî sedsala bîstûyekê bûn. Yek ji van birîna dîrokî komkujiya Helebçê ye û piştî 25 salan jî birînên wê ne hatine derman kirin.

Hêzên artêşa dagirker yên rejîma Iraqê û dîktatorê sedsalê Seddam Huseyin, ji aliyekî ve qirkirina Enfalê kirin pratîkê, ji aliyê din ve bi çekên kîmyewî komkujiya li Helebçeyê pêkanîn.  Birînên berî 25 salan ku, balafirên artêşa rejîma faşîst a diktatorê sedsalê Saddam Huseyin, di 16’ê Adara 1988’an de li Helebçeyê bi çekên kîmyewî pêkanîn, hîna xwînê dimijin. Di wê demê de zêdetir ji 5 hezar mirov, zarok, jin ciwan û kal hatin kuştin, nêzî 10 hezar mirov birîndar û seqet  bên, bi 10 hezaran gelê Helebçeyê koçber bûn. Hîna jî zarokên ji dayikan dibin, ji sedema çekên kimyewî seqet têne cîhanê. 

KOMKUJÎ SEDSALA 21’AN CUDA DIDOME

Bi vê mebestê gelê Kurd, sedsala bîstan weke sedsala qirkirina gelê Kurd bi nav dike. Mixabin, qirkirina li dijî gelê Kurd, di sedsala 21’an de jî  di rengên cûda de berdewam dike. Dagirkerên xaka Kurdistanê, ji aliyekî ve erdnîgariya Kurdistanê kirine nexşeya gorên komî, ji aliyê din ve, li dijî destketiyên gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê êrîşên dijwar lidardixin. Di encama zihniyeta inkar û tunekirinê de, bi fermanên tîranên demê û kiryarên generalên weke Eliyê Kimyewî li Helebçeyê, îro jî li Bakurê Kurdistanê Generalên weke Nejdet Ozelê Kimyewî heman komkujiyan pêktînin.

HÊZÊN DAGIRKER Û YÊN PIŞTGIRÎ DANE PÊWÎSTE WERIN CEZA KIRIN

Di 25. salvegera komkujiya Helebçeyê de, em hêzên dagirker û destekgirên van hêzan teva bi tundî şermezar dikin, şehîdên Helebçeyê jî bi dilsozî yad dikin. Komkujiya li Helebçeyê sucê mirovahiyê ye, pêwîste hêzên dagirker û kesên piştgirî dane hêzên dagirker, di qada navneweyî de werin dadgeh kirin û ceza kirin. Bi dardekirina tîranê hemdemî  Saddam Huseyin û ceza kirina Eliyê Kîmyewî, sucê mirovahiya ku li Helebçeyê hatiye kirin, nayê telafîkirin û birînên hatine vekirin nayên derman kirin. Girêdanên komkujiya Helebçeyê bi hêzên derve re heye û ev sucê mirovahiyê,  îro jî li dijî gelê Kurd, bi heman rengî tê meşandin.  Baş tê zanîn ku birînên qirkirina sucê mirovahiyê hîna xwînê dimîzin.

BANGA KONFERANSA NETEWÎ

Em weke KNK’ê di wê baweriyê de ne ku birînên komkujiya Helebçeyê û qirkirinên din yên li dijî gelê Kurd, tenê di rojên salvegeran de nayên derman kirin. Pêwiste tevahiya partiyên siyasî, sazî û dezgehên gelê Kurd,  li ser bingeha pêkanîna yekîtiya neteweyî û bi dilsoziya berjewendiyên neteweyî tevbigerin û birînên kûr û dûr yên dîrokî derman bikin.

Bi vê mebestê em bang li tevahiya partiyên Kurd, sazî û dezgehên gelê Kurd dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de, bi dilsoziya yekîtiya neteweyî, li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevbigerin û rojekê berî rojekê, ji bo konferansa neteweyî gavan biavêjin. Divê neyê ji bîr kirin ku, hêzen dagirkerên Kurdistanê, ne tenê di aliyê qirkirina fizîkî de, di aliyê qirkirina spî û civakî de jî, li dijî gelê kurd şerekî dijwar dimeşînin. Di vê qirkirina herî metirsînî de, ciwanên Kurd, jina kurd hedef têne girtin.

Ji destpêka sedsala 21’an vir ve, gelên li Rojhilata Navîn, li dijî sîstemên dîktator û faşîst dinava têkoşînê de ne. Gelê Kurd jî, bi deh salan e ku li dijî hêzên dagirker, li dijî sîstema kujer têkoşînê dike û di qonaxa îro de, wek aktorê sereke yê pêşengê gelên li herêmê derketiye holê. Di heman demê de, dewleta Tirk  a dagirker ku wek pêşengê dijminatiya gelê Kurd derketiye pêş,  li dijî destketiyên gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê di nava hewldanan de ye. Lê îro mecbur ma ku biçe ber destê Birêz Abdullah Ocalan û hevdîtinan  bike. Di pêvajoya hevdîtinên dewleta Tirk ya bi Birêz Ocalan re, rewşa Bakûrê Kurdistanê jî xîste pêvajoyeke nû de. Bi vê mebestê Yekîtiya Neteweyî  giringe û xwedî wateyek dîrokî ye. Çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê, wê rewşa kurdên li çar parçeyan û cîhanê teva biguhere. Bi vê mebestê, têkoşîna gelê kurd ya bi dilsoziya yekîtiya neteweyî dîrokî ye.

Em weke KNK’ê di 21. salvegera Komkujiya Helebçeyê de, di şexsê Helebçeyê de, hêzên dagirker û kujerên gelê Kurd teva bi tundî şermezar dikin û bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku, li hemberî her cure êrîşên hêzên dagirker û siyasetên helandin û qirkirinên siyasî şiyar bin.

Di 25. salvegera komkujiya Helebçeyê de, em carake din  hêzên dagirker û destekgirên wan  bi tundî şermezar dikin û bang li raya giştî, saziyên pêwendîdar yên navneteweyî dikin ku, vî sucê mirovahiyê bikin rojeva cîhanê û gunehkaran eşkere bikin û di qada navneteweyî de dadgeh bikin. Pêwiste gelê Kurd jî, partiyên siyasî,  sazî û dezgehên civakî teva, bi dilsoziya yekîtiya neteweyî, di şexsê Helebçeyê de li dijî tevahiya qirkirinan û  di tevahiya deman de dinava tevgerek dijwar de bin û li dijî sîstema kujer ya dagirker têkoşînê bikin. “