KNK'ê ji Fransayê xwest, dosya komkujiyê Parîsê ji nû ve veke

KNK'ê diyar kir ku ew failên komkujiya Parîsê ku rêveberên dewleta Tirk in bi tundî şermezar dikin û got, "Heta ku heq û hiqûq, dad û edalet bi cih were, em ê vê dozê bişopînin."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya 5. salvegera komkujiya Parîsê, ku şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KNK'ê bi bîr xist ku sê jinên Kurd li navenda Parîsê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT) ve hatin kuştin û got, "Dewleta Tirkiyeyê ev her sê jinên têkoşer bi zanebûn û bi plan kirine hedefa xwe û kuştin. Kuştina van şêrên jinan ji aliyê kesayetî ve, hem ji aliyê demî ve hem jî ji aliyê mekanî ve tesadufî nebû."

KNK'ê işaret bi rola pêşengiyê ya jinan a di nava têkoşîn azadiyê ya Kurdistanê de kir û ragihand ku Sakîne Cansiz jî di nava vê têkoşînê de sembol e. Di daxuyaniyê de hat gotin, " Rojbîn jineke ku di warê dîplomasiyê de aktîv e. Leyla jineke ku di nav nûciwanan de ber bi çav e. Wekî dem 2013 pêşkevtina prosesa diyaloga çareseriyê ye ya ku ji teref Rêberê PKK-KCK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye dest pê kirin. Wekî mekan jî avahiya kar û xebata dîplomasiya Kurdistanê ya li Parîsê."

Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin, tevî ku 5 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, dewleta Fransayê hê perdeya li ser kiryarê ranekiriye û bal kişand ser îtirafên rêveberên MÎT'ê yên di destê PKK'ê de ne, ku eşkere kirin, komkujî bi fermana hikumeta Erdogan ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Fransayê spesifik di vê pirsê de di nav xeletiyeke mezin de ye. Îstixbarata Fransayê, hikumeta Fransayê, dadgeha Fransayê gelek eşkere dizanin ku MÎT'ê ev kiryar kiriye û dewleta Tirkiyeyê sûcdar e. Ev kiryare ji aliyekê ve tecawuza li ser dewleta Fransayê ye lê mixabin dewleta Fransa ji ber berjewendiyên ekonomîk ên digel dewleta Tirkiyeyê, xwe nade ber ronîkirina vê kiryara terorane ya dewleta Tirkîyeyê ya li ser axa xwe."

KNK'ê destnîşan kir ku ji aliyê Kurdan ve kiryar ji hemû aliyan ve ronî û zelal e û Kurdan bi hemû zanîn û belgeyan ve dewleta Fransa agehdar û serwext kirine. 

KNK'ê da xuyakirin ku ji pratîka van pênc salan xuya ye ku dewleta Fransayê reftareke layiqî demokrasiya xwe nîşan nade ku ev kuştine ji her alî ve bê ronî kirin û dewleta Tirkîyeyê bê mehkûm kirin. Lewma ev helwesta negatîv ya dewleta Fransa dilê Kurdan bi zêdehî ve diêşîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "KNK di salvegera pêncemîn a vê komkujiya sê polîtîkerên jin ên Kurd de bi girîngî daxwazê ji dewleta Fransa dike ku dosyaya kuştina Sakîne, Fîdan û Leylayê li gorî normên huqûq û demokrasiyê bidine vekirin û rê bidin ku dadgeha Parîsê biryareke adil bide û dewleta Tirkîyeyê bê ceza kirin.

KNK, carek din failên vê kiryarê ku rêveberên dewleta Tirkin, wan bi tundî şermezar û mehkûm dike.

KNK, heta heq û hiqûq, dad û edalet cihê xwe bibîne, wê vê dozê bi şopîne.

KNK, van hersê têkoşerên doza Kurdistanê bi hesreteke mezin bi bîr tîne.  Ew ê herdaîm di dilê me de bin û nayên ji bîr kirin."