KNK'ê bi Partiya Edaletê ya Rûsyayê re hevdîtin kir
KNK'ê bi Partiya Edaletê ya Rûsyayê re hevdîtin kir
KNK'ê bi Partiya Edaletê ya Rûsyayê re hevdîtin kir
KNK'ê bi mijara êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê, bi Partiya Edaletê ya Rûsyayê re hevdîtin kir.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Selahattîn Soro bi heyeteke pê re, bi Serokê Partiya Edaletê ya Rûsyayê (Dûma Dewletê) Sergei Mironov re li Parlamenta Rûsyayê hevdîtinek kir.
Di hevdîtina ku Serokê Yekîtiya Civakî ya Kurdan a Navneteweyî Mehrab Şamoyev û Serokê Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdan li Rûsyayê Ferhat Patiyev jî lê amade bûn de, bi giranî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn hatin nirxandin.
Di hevdîtinê de bal hat kişandin ser berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê ya li Kobanê li dijî êrîşên giran ên çeteyên DAIŞ'ê nîşan didin.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya KNK'ê Selahattîn Soro piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir ku Partiya Edaletê ji bo Kobanê soza destekkirina Kurdan daye.
Soro da xuyakirin ku Serokê Partiya Edaletê Sergei Mironov ji wan re ragihandiye, ku çawa di sala 1999'an de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryarek ji Duamyê derxistine, ew dixwazin ji bo Kobanê jî biryareke bi heman rengî ji Dumayê derxînin û alîkariyê bidin Kurdan.