KNK: Divê kurdên her çar paçeyên Kurdistanê têkoşîna xwe bilind bikin
KNK: Divê kurdên her çar paçeyên Kurdistanê têkoşîna xwe bilind bikin
KNK: Divê kurdên her çar paçeyên Kurdistanê têkoşîna xwe bilind bikin
Konseya Rêveber a KNK’ê der barê rewşa dawî de ya siyasî de daxuyaniyek dan û diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd diyalog bê kirin. KNK’ê diyar kir ku piştî avabûna Kurdistana Federal gelê Kurd ligel kêmasiyan niha li Rojavayê jî avakirina statuyeke xweser pêk tînin û di vî warî da merheleyên mezin li paş xwe hiştine. KNK’ê wiha got: “Kurd dixwazin Suriyeya Demokratîk û Federal pêş bikeve û di nav vê pêkhatina nû de bigihine statuya xwe ya xweser û ji xwe hêj ji niha ve parastin û îdareya welatê xwe hilgirtine destê xwe û têkoşîna xwe didomînin.”
DEWLETA TIRK LI HEMBER KURDAN DI POZÎSYONEKE ÊRÎŞKAR DE YE
KNK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “ Dewleta Tirk ji bilî êrişkariya xwe ya li bakur, niha eniya şer fireh kiriye û li dijî Rojavaya Kurdistanê di pozisyoneke êrîşkar da ye. Hêzên paramiliter organîze dike û piştgiriya lojistik dide, rêdike Kurdistanê. Dewleta Tirk ev eniya şer heta dîasporaya Ewropayê jî berfireh kiriye. Kuştina Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê nîşana vê yêkê ye. Dewleta Tirk ev demeke ku bi taybetî ajan û tîmên xwe yên kuştinê li Ewropayê peywirdarkirine. Dewleta Tirk bi kuştina sê jinên Kurd yên têkoşer û aktîvistên doza Kurd û Kurdistanê eniyeke şer li Ewropayê jî vekir ku hem Kurdan û dewletên Ewropayê bîne beramberî hev. Dixwaze Kurda sewqî nav atmosfereke neewle bike ku têkoşîna li derveyî welat sist û lawaz bike. Hikûmeta Tirk û Erdogan bi van hemleyên nû li Ewropayê aşkera gefan li gelê Kurd dike ku ew nahêlin Kurd li Ewropayê di nav aramiyê de kar û xebatên xwe yên polîtîk, demokratîk û dîplomatîk bikin.”
LI ALIYEKÊ DIBÊJE DÎALOG LI ALIYÊ DIN BOMBEBARAN DIKE
KNK’ê da zanîn ku Hikûmeta AKP’ê û Erdogan li aliyekê dibêjin dê bi riya diyaloga ligel Ocalan li çareseriya pirsgirêka Kurd bigerin, li alî din dibêjin pirseke bi navê ‘Kurd’ nîne û wiha got: “Her wisa qaşo rê li ber hevdîtinan vedikin, li aliyê din Kurdistanê bomeberand dike. Gerîlayan bi çekên kimyeyî dikujin, gundan vala dikin. Siyasetmedarên kurd digirin.
Ligel van êrîşan di serî de Ocalan, PKK, KCK, KCD, BDP, kesayet û rêxistinên neteweyî li aliyê domandina dîalogê ne. Em jî wekî KNK’ê piştgiriyê didin dialogê. Lê hikûmet bi pratîka xwe ya şiddet û êrişkariyê hedefa xwe ya diyalogê jî berhewa dike û vala derdixe.
Hİkûmetê xuya ye vê projeya nû li ser esasê şkandin, beralîkirin, lawazkirin û têkbirina Kurd ava kiriye. Dixwazin carina hevdîtinan bikin, lê di esasê de girtin û kuştinê bidomînin û di encamê de bi aliyên Kurd yê lawazkirî planên bidine qebûlkirin. Di plana hikûmetê da tişta zelal eve ku têk bibin. Heke dewleta Tirk, dixwazin ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê çareseriyek pêk bê, ewil divê êrîşên xwe rawestîne.
Li ber vê rastiyê aliyên Kurd divê rasyonel tevbigere. xwe ji diyalog û hevdîtinan dûr neke lê xebata xwe jî sist neke û parale hevdîtinan têkoşîna xwe bilindtir bike û pozîsyona xwe bi her awayî saxlem bike.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Kurdistana Federal wekî bingehekî neteweyî divê di nav xwe de hem ji bo xwe hem jî ji bo giştî Kurd û Kurdistanê di nav aramî, ewlehî û yêkitîyê de be, hem jî digel hikûmeta Bexdayê di nav ahengê de pirs û pirsgirêkan çareser bike. Hikûmeta Bexdayê jî divê erkên xwe yên makqanûnî yên beramberî Kurdistanê bê qeyd û şert bi cih bîne.
Têkoşîna gelê Kurd li Rojhilat li dijî rejima Iranê jî dom dike. Di polîtikaya êrişkar ya rejima Iranê de jî kêmbûnek nayê dîtin. Hêj jî girtin, kuştin û bi taybetî darvekirin didomin. Lê xebat û têkoşîna azadî û rizgariyê ya gelê Kurd û Kurdistanê jî bi serkeftinî didome.”
GELÊ KURD ŞERÊ MAN Û NEMANÊ DIDE
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku gelê Kurd di nav agirê Rojhilata Navîn de şerê man û nemanê dide û wiha hat gotin: “ Da ku di vê têkoşîna giran de serkeftin pêk bê, Kurd beramberî çembera dijminan divê yêk deng bin. Bi tifaq bin, di nav yêkitiyeke xurt û mezin da bin. Kurd nekarin hevdu red bikin, divê ligel hevdu di nav têkilîyê de bin. Kurd li beramberî çeperên birandinê yên dewletên dagirker mecbûr in ku hevçeper bin, hêzên xwe bikin yêk ku bikarin van planên dijminane betal û tarûmar bikin. Bi taybetî li rojavaya Kurdistanê gelê Kurd û kêmaniyên li Kurdistanê di nav şerekî meşrû yê parastinê de ne. Li dora Rojavaya Kurdistanê ablûkayeke ecêb hatiye vehûnandin ku têkoşînê bifetisînin. Di vî warî da dewleta Tirk serî dikêşe. Di demek wisa de divê Kurdên parçeyên din hevkariya xwe kêm nekin, ji alîyê aborî, erzaq, derman û piştevaniya manewî û pratîk ve aktîf bin û çi lazim be bikin.”
KNK’ê daxwazên xwe wiha rêz kir:
Dewleta Tirk divê qebûl bike ku şertên diyalog û hevdîtinan yên digel Ocalan bêne wekhev kirin. Heta ku metodekî maqûl yê hevdîtinan neyê tesbît kirin pêşketin nabe. Ji bo vê jî divê Ocalan serbest berdin. Diyaloga rast li ser maseyê rûniştina heyetan e. Li aliyekî maseyê divê Ocalan û heyeta xwe, li aliyê din jî Erdogan û heyeta xwe divê rûnin û dest bi muzakereyê bikin. Çarçoveya polîtîk zelal bikin û detayan dewrî heyetên teknîk bikin. Piştî amadekirina planê li hev hatinê dîsa ve Ocalan û Erdogan bi heyetên xwe re rûnin û bigihin encamê. Metoda rast û durist ev e. Terzê dewleta Tirk û Erdogan ne tarzê pêkhatin û çareseriyê ye.
Îran divê zûtirîn demê de darvekirinan rawestîne, girtî polîtîk serbest bike û ligel pêşengiya polîtîk ya bizava neteweyî ya Kurd û Kurdistanê temasê bigire û rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurdistanê veke.
Dewleta Fransayê divê endamê Konseya Rêvebir ya KNK’ê Adem Uzun serbest bike. Her wiha dewleta Fransayê divê kuştina Sara Sakine Cansiz, Rojbîn Fîdan Dogan, Ronahî Leyla Şaylemez bi hemû detayan ve ronî bike û hêzên tarî yên pişt bûyerê ronî bike.
Dewletên Yekitiya Ewropayê divê peymanên ewlekariyê yên ligel dewleta Tirk yên dijî Kurdan betal bikin. Her wiha li ber gefên serokwezîrê hikûmeta Tirk, divê di cografyaya xwe da ewlekariya Kurdan temîn bikin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Rêxistina Neteweyên Yêkbûyî (NY) û dewletên cîhanê yên bi Rojhilata Navîn ve peywendîdar divê beramberî daxwazên gelê Kurd û pirsa Kurdistanê adîl bin û hevkarê çareseriyê bin.
Gelê Kurd û hemû Kurdistanî, li welat û derveyî welat, divê beramberî her erîşê dijmi hişyar bin, parastina xwe bi hev re bikin, organîze bin û têkoşîna xwe, berxwedana xwe ya demokratîk sist nekin, ku planên dijminan bêne pûç kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de ev agahdarî hat dayin:
KNK di 14’emîn saliya xwe de xwe ji aliyê endaman ve nû dike. Îsal dema hilbijartina endamên nû ye ûdi 25-26’ê Gulana îsal de dê Kombûna Giştî ya KNK’ê bi endamên nû pêk bê. Di vî warî de komîteya hilbijartinê hatiye teşkîlkirin û dest bi xebatê kiriye. Konseya Rêvebir dê li gorî Peyman û Peyrevê ji navên hatine tesbîtkirin û pêşniyarkirin, endamên nû destnîşan bike. Endamên nû dê berî Kombûna Giştî mehekê bêne agahdar kirin ku karê hatina xwe bikin.