KJK: Li Kobanê hemû gel bi yek dilî gihiştin hev
KJK: Li Kobanê hemû gel bi yek dilî gihiştin hev
KJK: Li Kobanê hemû gel bi yek dilî gihiştin hev
Koordînasyona KJK’ê der barê berxwedana Kobanê de daxuyaniyek da û got: “Kobanê ne tenê Kurd hemû mirovahî anî cem hev. Ji Afganîstanê heta Lubnanê, ji Arjantînê heta Stenbolê, ji Hopayê heta Baselê, ji Tehranê heta Qibrisê, ji Îtalyayê heta Eskîşehîrê hemû gelên cîhanê bi çalakiyên xwe herikîn Kobanê. KJK’ê diyar kir ku li Kobanê bi pêşengiya YPJ’ê jinên kurd îradeya berxwedanek mezin danîne holê û di serhildana Rojhilata Navîn de di şexsê jina kurd de jinan careke din cihekî girîng girt û hêza herî berxwedêr ya civakê dîsa hat fêmkirin ku jinin.
KJK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ev meheke bê navber berxwedana Kobanê didome û hemû gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê bi yek dilî hatine cem hev.
Di serî de hevala Gulan, Rojda û Berfîn û hevalê Suphî Nejad ku bû sembolên qêrîna azadiya mirovahiyê û hemû şehîdên li Kobanê û Bakurê Kurdistanê em bi hurmet bibîr tÎnin û ji malbat û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em hemû çalakiyên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê pêk hatine slav dikin. Kurd di dîrokê de tu car ji têkoşîna hebûna xwe dest bernedane.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Kurdên ku her tim li ser axa xwe di alî mirovahiyê de berxweda û bi mîrateya xwe ya bi rumet li Kobanê bi ser ket. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Gelê Kurd bi berxwedana neteweyî qad hejandin û bi çalakiyên xwe yên azadiyê ji Sîneyê heta Qamişlo, ji Mahabadê heta Êlihê, ji Hewlêrê heta Amedê, ji Urmiyê heta Dêrikê, ji Dêrsimê heta Serêkaniyê, ji Rihayê heta Efrînê bersiveke baş di şexsê DAIŞ’ê de daye hêzên kontra, petrol mîlîter, paramîlîter.Berxwedana Kobanê hemû kolanên mirovahiyê veguhertiya qada berxwedanê. Tiştên hatine jiyîn teqîneke azadiyê ye.
Gelê Kurd bi vê beraxwedana ku li Kobanê bilind kirin, gelê Rojhilata Navîn û cîhanê jî kişandiye xwe. Li Kobanê ne tenê Kurd hemû mirovahî hate cem hev. Ji Lubnan, Arjantîn, Stenbol, Hopa, Basel, Tehran, Qibris, Îtalya û Eskîşehîrê hemû mriovahî bi çalakiyên xwe herikîn Kobanê. Kobanê berxwendan çawa tê jiyîn nîşanê hemû cîhanê da. Bi mîlyonan li dora wan bûn xelek. Serhildana herî mezin ya serdemê li Kobanê pêk hat.Li Kobanê Kurdan, mirovahiyê qezenc kir. Ji ber vê Kobanê qezenceke nû ye.
Li Kobanê bi pêşengiya YPJ’ê îradeya berxwedana mezin jinên Kurd derxist holê û di şexsê jina Kurd de di serhildana Rojhilata Navîn de careke din cihê jinê çiqas girînge derket holê. Hêza herî berxwedêr û hêza çalakger jin ava dikin. Em careke din bang li hemû jinan û gelê xwe dikin ku bi çalakiyên xwe berxwedanê mezin bikin û li mewziyan qêrîna azadiyê bilind bikin.”