KJK: K24 TV polîtîkaya şerê taybet dide meşandin

KJK: Di şexsê rêheval Besê Hozat de êrîşên tên kirin, li ser hemû şervanên jin ên azad, jinên pêşeng û li ser hemû jinan tên kirin ên ku dixwazin azad bibin.

Koordînasyona KJK’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên K24 TV’yê yên li dijî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat da.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li hemberî vê êrîşa bê exlaqî ya li dijî jinên ku ji bo welat û civaka xwe têdikoşin, em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin. Televîzyona K24 li hemberî jinan polîtîkaya şerê taybet dimeşîne.

Têkoşîna me ya azadiya jinê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê têkoşîna mirovayetiyê bi bîr û baweriyeke mezin didomîne. Xeta Rêbertiya me ya ku xwe dispêre azadiya jinan, ekolojîk û demokratîk jin û civak bi pêş ve biriye.

Sedsala 21’emîn di vî warî de ji bo jinên Kurd bûye sedsala azadiyê. Bi saya nêziktêdayîna stratejîk a Rêbertiya me, jinên ku bi hezaran salan bûne kole dîsa di jiyanê de cih girtine. Jin enerjiya xwe didin xizmeta civakîbûnê û di azadiya civakê de pêşengiyeke mezin dikin. Îroj herî zêde tevgera me îspat kiriye ku ji bo azadiya kes û jinan divê civak azad bibe.

Îro bi milyonan jinên Kurd di warê siyasî, leşkerî û civakî de pêşengiyê dikin. Fedakarî û têkoşîna jinên Kurd a li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê ji aliyê hemû dinyayê ve hatiye qebûlkirin.

Tevgera me ya azadiya Kurdistanê bi asta xwe ya partîbûn, artêşbûn û rêxistinbûınê li hemû cîhanê dikare bibe mînak û referans. Dîsa bi hevseroktî û temsîlîyeta wekhev a di nav tevgera me de, gaveke dîrokî û girîng e.

Li ser vî esasî bi milyonan jinên Kurd di çarçoveya konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk tevî jinên Rojhilata Navîn xebatên avakirina şoreşa jinan dikin.

Di pêvajoyeke wisa de, ji ber serkeftina tevgera me ya azadiyê bi pêşengiya dewleta Tirk êrîş tên kirin. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze bi van êrîşan encamekê bistîne. PDK a ku xwe nêzî yekîtiya neteweyî nake, vê xeta xwe di medyayê de bi awayê herî qirêj dide diyarkirin.

Êrîşên li ser Hevseroka KCK’ê Besê Hozat ya di televîzyona K 24 jî li ser vî esasî ye. Kesên ku di warê siyasetê de divê herî dawîn biaxivin, ji têkoşînê reviyane û berê xwe dane pereyan li ser ekranên K 24’ê bi awayekî bê ast û exlaqî axivîye.

Di şexsê rêheval Besê Hozat de êrîşên tên kirin, li ser hemû şervanên jin ên azad, jinên pêşeng û li ser hemû jinan tên kirin ên ku dixwazin azad bibin. Em vê bernameya qirêj a K 24 û beşdarên vê bernameyê bi tundî şermezar dikin.

Li hemberî vê helwesta bê exlaqî ya li dijî jinên ji bo welat û civaka xwe têdikoşin, em banga bihistyariyê li gelê xwe dikin. K 24 li hemberî gelê me û jinan polîtîkaya şerê qirêj dide kirin. Divê gelê me tu carî li vê televîzyona K 24 temaşe nekin. Em bang li gelê xwe dikin ku bila K 24’ê boykot bikin.

Li hemberî van êrîşên qirêj em ê kesayetiya jina azad bi awayekî xurt bidomînin. Wê têkoşîna jinên azad li hemberî pergala mêran a zordest û serwer û derewîn û nûnerên wê bi ser bikeve.”