KJK: Em şahidiyê ji berxwedaneke ku heta mirovatî hebe wê bê bîranîn dikin

KJK: Em şahidiyê ji berxwedaneke ku heta mirovatî hebe wê bê bîranîn dikin

KJK’ê ku got, em li Kobanê ya di bin êrîşên çeteyan de “şahidiyê ji berxwedaneke ku heta mirovatî hebe wê bê bîranîn re dikin” got, “Em têkoşîna rojên ku mirov wek mirovan, pîroziyên tevayî civakîbûnê di nav coşê de bijîn pêş dixin.” KJK’ê banga pêşxistinê têkoşînê û xwedîderketina li pêşeroja xwe li tevayî jinan kir.”

Koordînasyona KJK’ê, bi wesîleya Cejna Remezanê ku daxuyaniyek da bal kişand berxwedana li hember êrîşên çeteyên DAIŞ.

Daxuyaniya KJK’ê ya got, “Em şahidiyê ji berxwedaneke ku heta mirovatî hebe wê bê bîranîn re dikin” wiha ye.

“Li hemberî van êrîşên hovane yên li hember nirxên mirovatiyê û her cure paşverûtiyê berxwedana mil bi mil, di erdnîgarî û dîroka Rojhilata Navîn de çavkaniya hemû pîroziyan û cejnên pîroz e. Cejn rojên pîroziyên jiyanê û pîrozkirina jiyanê ye. Cejna Qurbanê ya bi hezarê salan e li ser van xakan tê pîrozkirin jî roja ku kevneşopiya qurbankirina mirovan ji holê hatiye rakirin. Hz. Îbrahîm xwestiye kurê xwe yê tenê Îsmaîl ji Xwedê re bike qurban, lê Xwedê ev daxwaza wî paşde zivirandiye. Ev bûye îfadeya ku êdî mirov xweda jî di nav de di oxira tiştekî de nikare bêqurbankirin û divê neyê qurbankirin."

KEVNEŞOPIYA HZ. ÎBRAHÎM

Li gel vê peyama vekirî ya berî niha bi hezaran salan hatiye dayîn jî îro li ser heman xakên pîroz çeteyên faşîst ên DAIŞ bê ku bêjin jin, zarok, zilam, îxtiyar û ciwan û bêyî li bingeha wan etnîkî binêrin serê mirovan jê dikin û qurbankirina mirovan ji bo Îslamê dikin mal. Desteserkirina bi hezaran jinan, tecawîz kirin û di bazaranên koleyan de firotin û kirina qurban li ser navê Îslamê dihesibînin. Û kiryarên wan ên hovane û derveyî mirovatiyê bi qasî nayên hejmartin ku hene di Cejna Qurbanê de ketina Kobanê û li wir nimêja cejnê kirin weke serkeftineke li ser navê Îslam û cîhadê didin nîşankirin. Di vê Cejna Qurbanê de ji bo rêzdariya ji kevneşopiya HZ. Îbrahîm a qurbankirina mirovan ji holê rakiriye; di serî de li Kobanê li hemû herêmên din valaderxistina pêkanînên hovane û êrîşên DAIŞ û wê bibe tunekirina DAIŞ. Wê demê cejna rast wê bê pîrozkirin.

NÊRGIZ ORAMAR A STRANA KOBANÊ HEYA NEFESA XWE YA DAWÎ JI SER ZIMANÊ XWE RANEKIR

20 rojên dawî ne gelê Kurd li Kobanê berxwedana herî bi heybet, herî mezin û bi rêxistinkirî dimeşîne. Bi hemû mejî û dilê gelê Kurd yekîtiya neteweyî û ruhê berxwedanê derketiye holê. Yekîtiya neteweyî nirxên însanî yên weke dostane û piştgiriyê bi temamî di herêmên berxwedanê yên wiha û demên wiha de derketiye holê. Ji mînaka vê berxwedana weke wê kêm tê dîtin parastina welat a jinan, asta parastina gel, moralê wî û biryardariya wan di girîngiya destanê de ye. Nêrgiz Oramar a ku heya nefesa xwe ya dawiyê strana Kobanê ji ser zimanê wê ranebû û kesên leheng ên Kurd heta ev heskirina welat, îradeya azadiyê û ruhê fedayîtiyê hebe wê nirxê mirovatiyê bê parastin û wê cejnên pîroz ên civakî hîn nêzîktir bibin. Di serî de zarokên gelê me yên leheng û bişeref ên li Kobanê li ber xwe dan û di rêya yekîtiya demokratîk a gelan û azadiyê de bi minetdariyeke mezin bibîr tînin û li pêşberî bîrdariya wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Ew sembola berxwedan û parêzvanên gelê Kurd û nirxên însaniyetiyê ne.

KOBANÊ CIHÊ EZMÛNA HEMÛ CIWANA NE

Bîst rojên dawî ne bi şerekî dijwar li hemberî faşîzma DAIŞ ên li Kobanê bi çekên giran êrîş dikin, ji heft heta heftê salî hemû gelê me bi berxwedana dimeşînin her kêliyeke wê dê bibe bilindkirina nirxên azadî û demokrasî-aştiyê ya sedsala 21. a Rojhilata Navîn. Em şahidiya berxwedaneke ku heya mirovatî hebe wê bibîr bîne dikin. Ev berxwedan wê bi sekna xwe di ramanên her kesekî û însaniyetiyê de cih bigire. Cihê ezmûna hemû gelan jî Kobanê ye. Wê bibe sekna li hemberî vê berxwedana li Kobanê encamê diyar bike û şekil bide salên bên.

JI BO JINAN BANG

Di serî de Kobanê, Rebîa, Cezaa-Şengal, Kerkûk, Mexmûr û li her qadê bi radîkalkirina ruhê seferberiyê û berxwedana tê pêşxistin û bi girtina berçav a hemû berdêlên têkoşînê bilind kirin wê sedsalên li pêşiya me diyar bike. Gelê Kurd bi tevahî gelên herêmê, tevahî etnîk, pêkhateyên bawerî û hêzên demokrasiyê re bi berxwedana Kobanê daniye holê wê ji derveyî jiyaneke azad û demokrasiyê ti jiyaneke din qebûl neke. Em têkoşîna mirov weke mirov, hemû pîroziyên civakî di nava atmosfereke cejnê de di nava coşa aştê de rojên bên jiyan didin. Ji bo vê yekê em banga di serî de gelên Tirkiyeyê, hemû jinên li herêmê dijîn, hêzên demokratîk ên rêzdarên nirxên mirovane û rewşenbîran bilindkirina têkoşînê û xwedî li pêşeroja xwe derkevin dikin. Li ser vê bingehê Cejna Qurbanê ya gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd bi daxwaza azadî, edalet û aştiyê pîroz dikin.”