KJK: Bîranîna Mahîran di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de şîn bû

Kordînasyona KJK'ê, li ser 44. salvegera komkujiya 30'ê Adarê ya Kizildereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji kesayetên pêşeng ên Çepa Tirkiyeyê Mahîr Çayan, tevî 10 hevalên xwe berxwedaneke mezin nîşan dan û şehîd ketin. Em wan bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin, têkoşîna me wê heta afirandina siberojên azad li erdnîgariya Anatoliyê dewam bike."

Kordînasyona KJK'ê, li ser 44. salvegera komkujiya 30'ê Adarê ya Kizildereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, berxwedan û bîranîna Mahîr Çayan û hevalên wî, ji dema destpêkirina tevgera azadiyê ya Kurd heta roja îro her tim bi rêzdarî hatiye bîranîn û xwedî lê hatiye derketin."

Di daxuyaniya KJK'ê de ev peyam hat dayîn:

"Rêberê me di çalakiyên boykotkirina komkujiya Kizildereyê de hat girtin, 7 mehan li girtîgeha Mamakê ma û ji bo bîranîna Denîz Gezmîşan, Mahîr Çayanan di vê demê de gihaşt wê biryarê ku têkoşîneke şoreşger a bênavber bafirîne. Xeta berxwedana şoreşgerî ya piştî faşîzma 12'ê Adarê û 12'ê Îlonê li Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber hat meşandin, ji bo bîranîna Mahîran dewam kir. Berxwedana mezin a îro li çiyê û bajarên Kurdistanê li dijî faşîzma AKP'ê ya dixwaze dor li Kurdistan û Tirkiyeyê bigire tê dayîn, encameke vê biryardariya têkoşîna bênavber e. Tevgera me, tevî taybetmendiya xwe ya Kurdistanî, weke nûnerê hêza şoreşger a gelan, ji biryardariya xwe ya têkoşîna li hemberî hêzên faşîst û otorîter ên li Rojhilata navîn ti carî gav bi paş de navêt û wê navêje. Têkoşîna gelê Kurd a xwerêvebirinê û avakirina pêşeroja demokratîk azad, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû bindestan çarenûsê diyar dike. Azadiya gelê Kurd wê sparteyên sed salan ên hêzên faşîst ji destê wan bigire û astengiyên li pêşiya jiyana bi hev re ya azad û wekhev a gelan, ji holê rake.

Ji ber vê yekê, li ku derê faşîzm û paşverûtî hebe, girîng e li wir têkoşîna şoreşgerî ya hevpar bê meşandin, ji ber ku ev ê pêşî li siberojên azad be. Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) a meha Adarê di çarçoveya têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê de hat ragihandin, dema xwe gihand fonskiyona xwe ya radestî, wê ji bo siberojên azad ên Anatolî û Mezopotamyayê bibe garantî. Ji ber vê yekê, TŞYG çepereke berxwedanê ye divê her kes xwedî lê derkeve.  Ewladên vê xakê nîşan dane, ku li ku derê pêwîstî bi berxwedana şoreşgerî hebe, wê li wir li ber xwe bidin. Paramaz Kizilbaş ê di berxwedana dîrokî ya Kobanê de Girê Miştenûrê li heman cihê Arîn Mîrkan lê şehîd ket û Sîbel Bûlût ê li Kobanê şehîd ketin, nîşaneya vê rastiyê ye. Û berxwedana mezin a îro li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê tê nîşandan, tevî ruhê şoreşger ê Mahsûm Korkmaz, Bêrîtan û Zîlanan e, di heman demê de berxwedana Mahîr Çayanan e. Berî her tiştî û berî her kesî jin wê xwedî li vî ruhê berxwedana bênavber derkevin. Li ser vê bingehê weke KJK'ê em careke din di şexsê Şehîdên Kizildereyê de hemû şehîdên berxwedana azadiyê bibîr tînin, bang li jinan û tevahiya gelê xwe dikin ku li ku faşîzm û zext hebe, li wir têkoşîneke hevpar bimeşînin."