KJB: Seferberiya Rojava seferberiya Kurdan e

KJB: Seferberiya Rojava seferberiya Kurdan e

Koordînasyona KJB’ê diyar kir ku di şexsê endamê Konseya Bilind ya Kurd Îsa Huso de li Rojava berxwedan û nasnameya azad ya bilind dibe hedef hatiye girtin.KJB’ê da zanîn ku seferberiya li Rojava pêk hatiye divê bibe seferberiya hemû kudan û wiha gaot: “Bi vî ruhê seferberiyê, ciwanên kurd, jin û hemû gelê kurd divê piştgiriyê bidin.”

Koordînasyona KJB’ê dxuyaniyek nivîskî da û hêzên ku Îsa Huso qetilkirin, lanet kir. KJB’ê da zanîn ku ew rehmetê li Huso dikin û ji malbata wî re jî sersaxiyê dixwazin û da zanîn ku di şexsê Huso de berxwedan û nasnameya gelê kurd hedef hatiye girtin.

KJB’ê wiha got: “Huso siyasetmedarekî girîng yê ku jiyana xwe da ser nirxên demokrasiyê bû. Di dilê gelê kurd de cihê xwe girtibû. Gelê kurd bi şehadeta Îso Husore dê têkoşîna xwe bilindtir bike û bibe bersivek mezin.

Li pişt van êrîşan hêzên Tirkiyeyê hene. Di demên daweî de şoreşa Rojava pir zêde hedef tê girtin û ji bo qezenc bên qelskirin êrîş zêde dibin. Ligel van êrîşan gelê me berxwedana xwe ya bi heybet domandiye û dîrokiye. Gelê me yê Rojava bi pêşengiya YPG-YPJ’ê şoreş biriye serkeftinê. Em careke din vê berxwedana gelê Rojava pîroz dikin.

Di serî de El Nusra hemû hêzên çeteyan li mizgeftan namûs, can, malê kurdan hedef digire.  Li dijî ciwan, jin û gelê kurd êrîşên  hovane pêk tên. Di vê asta ku em hatinê de divê Kurd di asta herî bilin de bi ruhê piştevanî û yekitiyê îradeya xwe danîn holê. Divê li dijî êrîşan dengê xwe bilind bikin.”