Kişanak: Qedexeya li ser PKK’ê rakin

Kişanak: Qedexeya li ser PKK’ê rakin

Hevseroka giştî ya BDP’ê Gulten Kişanak di panelek ku li Berlînê pêk hat de axivî diyar kir ku Kurd li Rojhilata Navîn êdî hêzeke mezinin û destnîşan kir ku divê êdî qedexeya li PKK’ê ya li Almanyayê rabe. Kişanak bang li hikûmeta Almanyayê kir ku êdî dest ji vê pêkanînê berde.

Bi wesîleya 20’emîn sala qedexekirina PKK’ê ya li Almanyayê rêze çalakî pêk tên. Beriya meşa ku îro dê pêk bê hevseroka giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak di paneleke ku li Weqafa Rosa Luxemburg pêk hat de axivî. Kişanak li vir bang li hikûmeta Alman ki rû wiha got: “Kurd li Rojhilata Navîn êdî hêzeke gelek girîngin. Ne ji bo xwe, divê hun ji bo berjewendiya xwe vê qedexeya li ser PKK’ê rabikin. Êdî dawî li vê pêkanînê bînin.

Panela bi mijara ‘Bila qedexeya PKK’ê rabe’ ya ji aliyê întîsyatîfa ‘Tatort Kurdistan’ ve li Weqfa Rosa Luxemburg pêk hat. Bi sedan kes tevli panelê bûn û hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak, Nûnerê Komeleya Doktorên Xwedî Berpirsyariya Civakî û Li dijî şerê Atomê ya Navnetewî (IPPNW) Dr. Gîsela Penteker, li ser navê însiyatîfa Tatort Kurdistan Monîka Morres û endamê Lijneya Rêveberiya YEK-KOM’ê Yilmaz Kaba wek axaftinker tevli bûn. Moderatoya panelê Selîm Ferat kir. Panelê saet di 18.00’an de dest pê kir. Li salona panelê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Nelson Mandela, Rosa Luxemburg, Sakîne Cansiz, Ernesto Che Guevara, Ho Chî Mînh hatin daliqandin. Di axaftinên hatin kirin de hat diyar kirin ku bila qedexeya li PKK’ê rabe û qedexe bê wateye.

KIŞANAK: QEDEXE DI WIJDANA KURDAN DE RABUYE

Kişanak balkişand ser pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê daye destpêkirin û got ew hevdîtina hikûmetê ya bi Ocalan re girîng dibînin û wiha pê de çû: “Hevdîtinên salek berê destpêkirin, hêj didomin. Lê di serî de di pêrojeya sê pêngav de kurdan tiştên ket ser milê wan pêk anîn. Lê hikûmetê peywira xwe neanîn cih. gelek soz dan û ev neanîn cih. hinek tişt hatin kirin , lê tiştên esas nehatin kirin.  Vê jî ev pêvajo anî vê nokteyê. Niha pêvajo bi dawî nebûye. Niha xitimandinê dijî. Niha nîqaşa ku em dikarin vê çawa çareser bikin tê kirin. Dewlet jî naxwaze pêvajo bi dawî be. Ji bo vê jî divê aliyekê sêyemîn tevli hevdîtinan bibe.

Kişanak di beşa duyemîn ya axaftina xwe de balkişand ser qedexeya PKK’ê ya li Almanyayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu girîngiya vê qedexeyê nîne. Sibê (îro) bi dehezaran kurd li Berlînê tên cem hev.  Ma gelo ev hemû terorîstin? Wê demê her kesî binçav bikin.  Ji ber ku wan kesan bi îmzeyên ku avêtine, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek rêberê xwe îlankirine. PKK jî partiya vî geli ye. Tevgereke gel e. Li pişt wan bi mîlyonan kurd hene.  Divê êdî ji biryarê jî dest berdin. Almanya ne ji bo kurdan divê ji bo xwe, bo berjewendiyên xwe vê qedexeyê rabike. Ji ber ku Kurd li Rojhilata Navîn hêzeke pir cidiye.  Ger Almanya li wir ber berjwendiyên xwe dikeve divêbi kurdan re li hev bike. divê qedexeya li ser kurdan rabike. Em bang li hikûmeta Alman dikin, dawî li vê pêkanînê bînin.

‘KURD LI ALMANYAYÊ RASTÎ ZEXTAN TÊN’

Nûnerên IPPNW’ê Dr Gîsela Penteker jî diyar kir ku Almanya bi awayekî cidî piştgiriyê dide Tirkiyeyê û wiha got: “Li ser kurdên ku li vir dijî zextên cidî hene. Komeleyên wan tên serdegirtin, siyasetmedarên wan tên krîmînalîzekirin. Qedexeya PKK’ê wek hincet nîşan didin. Divê êdî dawî li vê bînin.”

Monîka Morres jî li ser navê Tatort Kurdistan axivî û got kurdên ji ber şîdetê ji Tirkiyeyê tên, li Almanyayê jî rastî heman pêkanînan tên û got kurd li her du aliyan di bin zextan de, ev jî pêkanînek dij hikûqêye.

Endamê YEK-KOM’ê Yilmaz Kaba jî  Kurd li Almanyayê bi nasnameya xwe nayên ansîn û got: “Em êdî dixwazin bi çand û nasnameya xwe bijîn. Em parçeyekê vî welatî ne. Bila dawî li zextên li ser me bînin. Bila demildest ev qedexe rabe.”