KHRAG: Hedefa DAIŞ’ê dewlemendiyên herêmê ye
KHRAG: Hedefa DAIŞ’ê dewlemendiyên herêmê ye
KHRAG: Hedefa DAIŞ’ê dewlemendiyên herêmê ye
Koma Aksiyona Mafê Miorvan a Kurd (KHRAG) ku êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê mahkûm kir got: “Çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku çavkaniyên herêmê bigire dest di demên dawî de zêdetir kete nava tevgerê. Kêmasiyên li bakurê Sûriyeyê jî di bin tehdîdek mezin de ne."
Serokê Koma Aksiyona Mafê Mirovan a Kurd (KHRAG) Essa Mossa di daxuyaniya nivîskî de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şermezar kirin.
Hate diyar kirin ku li Rojhilata Navîn Kurd piştî ku Fransa û Îngîlîstanê Kurdistan parçe kir, li çar welatan hatin belavkirin û êşên mezin kişandine. Hat diyarkirin ku di encama parçekirina Kurdistanê de êşên gelek mezin hatine kişandin.
Di daxuyaniya KHRAG’ê hate destnîşan kirin ku DAIŞ ji bo ku çavkaniyên herêmê bigire dest di demên dawî de zêdetir çavsor bûye û got: “Hêzên emperyalîst ji ber ku ji pêvajoyê ne kêfxweşin dixwazin tercîha mirovan serobino bikin û bê îstîqrariyê biafirînin.
Hêzên koalîasyonê ya ku li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin her tim parçeyê pirsgirêka DAIŞ’ê ne û ji ber vê çareserî jî ne pêkane.
Polîtîkayên di salên buhrî de DYA pêk tîne gelek mirinan jî bi xwe re tîne û mutefîkê wan Suudî Erebîstan, Katar û Tirkiye rasterast alîkariyê dide van mîsyoneran."