Ketin û derketina taxên Pîranê 8 rojan hatin qedexekirin

Walîtiya mêtinger ragihand ku herêmên Çiyayê Kûrşûnlûduzu û Gorese yên li bejahiya navçeya Pîranê di navbera 13 û 20’ê Mijdarê de weke 'herêma ewlekariya taybet a demkî' hatiye îlankirin.

Walîtiya Amedê ya mêtinger, herêmên Kûrşûnlûduz û Çiyayê Gorese yên di nava sînorê taxên Kirkpinar û Kûrşûnlû yên taxên navçeya Pîranê de ne, ji bo 8 rojan weke "herêma ewlekariya taybet a demkî" îlan kir.

Di daxuyaniyê de hincetên weke 'ewlehiya neteweyî', ‘asayiya giştî', 'pêşîlêgirtina sûcan', 'parastina maf û azadiya kesên din' û ‘ewlehiya cemaweriyê’ hatin nîşan dan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ketin û derketina herêmê di navbera 13'ê Mijdara 2024-20'ê Mijdara 2024'an de hatiye qedexekirin.