Kêştiya Îmraliyê dîsa 'xirabeye'!

Kêştiya Îmraliyê dîsa 'xirabeye'!

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muvekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan. Dozgeriyê dîsa bi hinceta "keştî xirabe ye" serlêdana parêzeran red kir.

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne dîsa serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa dosgeriya komarê heman hincet nîşan da û diyar kir ku keştî xerabe ye.

Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 594 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 166 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.