Keştî binav bû: 31 koçber mirin
Li peravên Lîbyayê, keştiyek noqî binê avê bû. Di karesatê de 31 koçber mirin.
Li peravên Lîbyayê, keştiyek noqî binê avê bû. Di karesatê de 31 koçber mirin.
Li peravên paytexta Lîbya Trablûsê, hat ragihandin ku cesedê 31 koçberên dixwestin biçin Ewropayê hatin dîtin.
Keştiya ku koçber tê de bûn, duh saet di 22:00 de ji Karabûllî bi rê ket û dema hewl dida di ser Derya Spî re xwe bigihîne Ewropayê, binav bû. Hat ragihandin, piraniya koçberên di keştiyê de bûn ji welatên Ewropayê bûn û di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de zarok jî hene.