Keskîn Bayindir: Bila Newroza 2024'an bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan

Hevserokê Giştî yê DBP'ê ku tevlî civîna amadekariya hilbijartinan a li Stenbolê bû got, "Bila Newroza 2024'an bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan.”

Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartina 31’ê Adarê de li avahiya partiyê ya navçeya Bagcilarê civîna amadekariya hilbijartinê li dar xist. Tevahiya rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan tev li civînê bûn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li civînê bûn. Li eywana civînê pankarta “Li Stenbolê dema DEM’ê ye” hate daliqandin. 

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di civînê de axivî û bi bîr xist ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coşeke mezin hatiye pîrozkirin. Bi domdarî Bayindir bal kişand ser Newrozê û wiha got: “Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan. Lewma em dibêjin dê Newroza 2024’an hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistan û Rojhilata Navîn bibe referandûma gelê Kurd. Ji ber vê, Newrozên li Amed û Stenbolê dê hêviya azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan zêdetir bike.”

Bayindir, anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl didin gelê Kurd û têkoşîna azadiyê tesfiye bikin û wiha pê de çû: “Erdogan hewl dide di sedsala duyemîn a komarê de tevgera gelê Kurd û têkoşîna wan tune bike. Lewma li her deverê Kurdan hedef digire. Lê gelê Kurd hem îro hem jî di Cejna Newrozê de dê li dijî polîtîkayên yekperest ên AKP-MHP’ê xwe biparêze û berxwedanê raber bike. Tevger û têkoşîn roj bi roj mezintir dibe û dijminatiya dewletê jî kûrtir dibe. Her çend ku şer pir giran be jî, berxwedan û têkoşîna li dijî wê jî ji her alî ve dîrokî ye. Lewma 2024 berovajî tesfiyebûna Kurdan, dê bibe sala azadî û serkeftinê.” 

Bayindir, rewşa agahî negirtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd heye. Daxwaza rakirina tecrîdê ne tenê ji bo hevdîtina bi malbat û parêzeran re ye. Rakirina vê tecrîdê jî wê rê li ber pirsgirêka Kurd a hatiye astengkirin veke û nîşan bide ku mûxatabê sereke ê vê pirsgirêkê wê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan çareser bibe. Lewma em dibêjin dê bi têkoşîna xwe vê pergala tecrîdê ji holê rabikin. Ji bilî rakirina tecrîdê tu rêyên din ên çareseriyê nînin. Bi polîtîkayên şerê taybet hewl didin me bêhêvî bikin. Lê çi bikin jî gelê Kurd xwedî wê hêz û biryardariyê ye ku tecrîdê rake.”