KESK: Em ê li dijî faşîzmê deng bikar bînin

Platforma Şaxa KESK’ê ya Amedê, ragihand ku wê li dijî faşîzmê dengê xwe bidin azadiyê.

Platforam Şaxa Federasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK) a Amedê li ser daxuyaniyên xwecihî li avahiya Şaxa Egtîm Sen a Hejmara 1’ê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Nûnerê û nedamên platformê tevlî civînê bûn.

Berdevkê Demê yê KESK’ê Recep Şîmşek got: “Di rewşa niha de welat hem di aliyê siyasî, aborî û civakî de ketiye nava kaosek û bi hêrsa desthilatê civak ber bi zinaran ve bi lez tê dehfdan.”

Şîmşek bal kişand divê hilbijartin di warê objektîf û bi tendurist de bê pêkanîn û encama bi awayekî herî baş û wekhev bigihêje gel û wiha got: “

 “Xebatên hilbijartinê yên desthilat û îtifaqan ne di nava şert û mercên wekhev û demokratîk de bi rê ve diçin. Ev jî têr nebû li gelemperiya welat hemû dezgeyên çapemeniyê li destê xwe girtibû, 24 saetan li ser dezgehên çapemeniyê li dijî muxalefetê hewldanên krîmînalîzekirinê tên kirin.

Em deng nadin siyaseta rê li ber meşrûkirina destavêtin, destdirêjî, destdirêjiya zarokan, hişmendiya mafê jinê jêdigire, dîsa dewlemendiyên sererd û bin erd ên welat ên xwezayî ji bo rantê bifiroşin derve, qirkirina xwezayê ji nedîtî ve tên û siberoja zarokên me tine dikin.”