KESK'ê operasyonên destgîrkirinê şermezar kir
KESK'ê, destgîrkirina rêveberên sendîkayan û siyasetmedaran şermezar kir.
KESK'ê, destgîrkirina rêveberên sendîkayan û siyasetmedaran şermezar kir.
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK), li ser destgîrkirina rêveberên sendîkayan civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Giştî ya SES'ê pêk hat û rêveberên KESK û sendîkayên wê tevlî bûn.
Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk got, "Xuya ye amadekariyên mîtîngan û çalakiyên jinan ên li dijî tundiyê tirs berdaye nava dilê desthilatdariyê û organên dewletê, ku tavilê ketine nava liv û tevgerê.
Bozgeyîk diyar kir, hewl tê dayin ku mûxalîf bêdeng bibin û got, "Kedkar mîna doh wê îro û sibe jî berdêla xwe çi dibe bila bibe ji bo aştiyê têbikoşin."
Bozgeyîk got, "Sibe em ê li ber Edliyeya Enqereyê bin."