KESK: Divê AKP bi zimanê aştiyê biaxive

KESK: Divê AKP bi zimanê aştiyê biaxive

Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, der heqê pêvajoya çareseriyê de bang li AKP'ê kir ku, nav li pêvajoyê bike û ne zimanê şer lê bi zimanê aştiyê biaxive. Ozgen, ji bo AKP berpirsyariyên xwe yên li pêşberî pêvajoyê bicih bînin, daxwazên konfederasyona xwe rêz kir.

Serokên Giştî yên sendîkayên ser bi Konfederasyona Sendîkayên Kedkar ên Gelemperiyê (KESK), ji bo nêrînên xwe yên li ser pêvajoya çareseriyê bi raya giştî re parve bikin, li Navenda Giştî ya Egîtîm-Sen'ê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen da xuyakirin, ku di encama têkoşîna aştî û demokrasiyê ya gelê Kurd û hêzên demokratîk, îro çek bêdeng bûne û daxwazên demokratîk tên guftugokirin. 

LI WELAT AŞTÎ LI HERÊMÊ AŞTÎ

Ozgen diyar kir, ku KESK wê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê dewam bike, lê di heman demê de wê li dijî hewldanên otorîter û zordariya AKP'ê jî rawest e û hem bêje aştî hem bêje azadî. Ozgen ragihand ku têkoşîna aştî û biratiya gelan a li Kurdistan û Tirkiyê, ji têkoşîna aştî û biratiya gelan a li Rojhilata Navîn, nayê cûdakirin û got, "Emê bi gotina 'li welat aştî li herêmê aştî' li dijî taşeroniya emperyalîzmê derkevim. Pêwîste Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Ereb û hemû kedkar bi hev re têbikoşin û xwedî li pêşeroja xwe derkevin."

Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen da xuyakirin, ku li gel atmosfera erênî ya dema dawî jî, AKP'ê heta niha berpirsyariyên xwe bicih neaniye û got, "AKP'ê hînê gaveke berçav neavêtiye. Hînê nav li pêvajoyê nekiriye, gotina 'aştî' bikar neaniye."
Ozgen gavên ku divê ji sedî sed di vê pêvajoyê de bên avêtin jî weha rêz kir:

* Divê AKP zimanê xwe yê şer biguherîne, bi zimanê aştiyê biaxive

* Pêwîste hevdîtin dewam bikin û bi awayekî zelal bi raya giştî re parve bikin

* Lazim e hemû beşên civakê beşdarî pêvajoya demokratîk bibin

* Hewceye girtiyên siyasî serbest bên berdan

* Ji bo travmaya şer ji holê were rakirin, divê binpêkirinên mafên mirovan, gunehên li dijî mirovahiyê bên ronîkirin û xebatên ji bo rûbirûbûna bi paşerojê û rastiyan, werin destpêkirin

* Ji bo guhertinên pêwîst ên qanûnî bên kirin, pêwîste meclîs tevlî pêvajoyê bibe

* Lazime qanûna partiyên siyasî û hilbijartinê bê guhertin, bê demokratîkirin, benda hilbijartinê were rakirin û di temsîlkariyê de edalet û wekhev serdest bibe

* Divê daxwaza perwerdeya zimanê dayikê bicih were anîn, azadiya fikir û ramanê bê ewlekirin, qedexeyên siyasî bi temamî werin rakirin

* Qewm, ol, ziman, çand, mezheb, nasnameya zayendî çi dibe bila bibe, divê herkesên li Tirkiyê dijîn li ser bingeha welatiyên destûra bingehînî bibin xwedî mafên wekhev û jîndarkirin û pêşvebirina çandan, bi destûra bingehîn werin ewlekirin

* Qanûna ji bo vegera gundan li ber çavan bê derbaskirin û şert û mercên ji neçariyê koç kirine, li cihê lê ne werin başkirin

* Pergala cerdevaniyê tavilê were rakirin

* Erka rêveberiyên herêmî bê xurtkirin

* Ji bo neheqiya aborî û pirsgirêkên bêkarî û xizaniyê çareser bike, çavkaniyên aboriyê yên dewletê li herêmê werin bikaranîn, reforma axê bê kirin