Kesên li Enqereyê hatibûn destgîrkirin anîn dadgehê
Nûçegihanê MA’yê Hakan Yalçin jî di nav de 7 kesên ku hatibûn destgîrkirin, anîn Dadgeha Enqereyê.
Nûçegihanê MA’yê Hakan Yalçin jî di nav de 7 kesên ku hatibûn destgîrkirin, anîn Dadgeha Enqereyê.
Li Enqereyê di 27’ê Mijdarê de di operasyona qirkirina siyasî de 7 kesên hatibûn destgîrkirin, piştî îfadeya wan a li emniyetê ew anîn dadgehê.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hakan Yalçin jî di nav de kesên hatibûn destgîrkirin, piştî îfadeya wan a li Dadgeha Enqereyê tê payîn wan sewqî hakimtiya nobedar bikin.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hakan Yalçin, endamê berê yê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Erol Çîftçî, Endamê Kongreya Demokratîk a Gelan Tûnahan Gozlûgol, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Newroz Gulen, Mesût Çîftçî, Ezgî Orak û Mahmût Altanê 73 salî yê ku nexweşiyên wî yên kronîk hene, anîn dadgehê.