Kesek sivîl li Kobanê birîndar bû

Kesek sivîl li Kobanê birîndar bû

Di encama êrîşa bi hewanan a çeteyên DAIŞ'ê li dijî Kobanê pêk anîn Fethî Elî yê 64 salî birîndar bû. Eliyê ku parçeyek topa hewanê lêket û birîndar bû, tê payin ku ji bo dermankirinê bibin Pirsûsê.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê berdewam dikin û herî zêde sivîl ziyanê ji van êrîşan dibînin. Îro, di saetên danê êvarê de, çeteyên DAIŞ'ê Kobanê bi hewanan topbaran kirin û di encamê de Fethî Elî yê 64 salî ji serê xwe û hin cihên din ên laşê xwe birîndar bû. Piştî dermakirina destpêkê, tê payin ku ji bo dermankirinê bibin Pirsûsê.

Beriya niha jî di encama êrîşên li hember Kobanê de sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û birîndar bibûn. Li ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê, gelek birîndaran ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest dabûn.