Kesê polîsan got, tînerkêş e bi tekbîran dêr şewitand

Van rojan ku provokasyon bi dawî nabin, hewldana provokasyoneke din jî li Kadikoyê rû da. Kesekî 20-25 salî bi tekbîran deriyê Dêra Ortodoks a Ayîa Trîada ya li Cadeya Bahriye şewitand.

Van rojan ku provokasyon bi dawî nabin, hewldana provokasyoneke din jî li Kadikoyê rû da. Kesekî 20-25 salî bi tekbîran deriyê Dêra Ortodoks a Ayîa Trîada ya li Cadeya Bahriye şewitand. Her çiqasî polîs bêje, bûyer ne siyasî ye û ji aliyê tînerkêşekî hişê wî ne li serê wî bû pêk hatiye jî, esnafê bi navê Denîz Aslanboga yê agir vemirand û ji ANF’ê re axivî ev îdîaya polîsan derewand.

Aslanboga, diyar kir ku kesê bi tekbîran deriyê dêrê bi madeyek şewatê da ber agir, li hember nerazîbûn kesên derdorê wiha qîr kiriye: “Min deriyê Mecîd-î Aksa derbas kir ez ê biçim bihuştê.”