‘Kesê bi êşên me dikene ne wezîrê me ye’

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş malbat ziyaret kirin û diyar kir ku qatil hikûmet e. Demîrtaş, anî ziman ku ger li welatekî hin kes bigirîn û hin kesên din bikenin li wî welatî biratî pêk nayê.

Ji 90 cenazeyên şehîdên aştiyê yên li Saziya Tipa Edlî hatine rawestandin jê 75 cenaze teslîmî malbatên wan hatin kirin û oxirî bajarên wan kirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş malbat ziyaret kirin û diyar kir ku qatil hikûmet e. Demîrtaş, anî ziman ku ger li welatekî hin kes bigirîn û hin kesên din bikenin li wî welatî biratî pêk nayê. Demîrtaş, da zanîn ku wezîrên li dijî êşên me bikenin ew ne wezîrê wan in.

Li Enqereyê piştî komkujiyê êş û jan zêde dibe hêsîrên çavan nasekinin. Rawestîna malbatan a li ber saziya Tipa Edlî jî berdewam dike.

Saziya tipa edlî heta niha karê cenazeyên 90 şehîdên aştiyê temam kir. Saziyê ji 90 kesan cenazeyê 75 kesan teslîmî malbatên wan kirin û oxirî bajarên wan hatin kirin. Ji ber ku heyeta otopsiyê têr nekir, ji Stenbolê heyeta otopsiyê ya ji 50 kesan pêk dihat anîn Enqereyê. Li aliyeki otopsî û karê teşhîskirinê didome, li aliyê din jî rawestîna malbatan a ji bo teşhîskirina cenazeyan li ber nexweşxaneyê didome. Gelek saziyên sivîl ên civakî jî, malbatên ku ji gelek bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatine Saziya Tipa Edlî bi tenê nahêlin û piştgiriyê didin malbatan. Piştî heyeta CHP'ê, Girseya ku ji Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen, Serokê Giştîyê DİSK'ê Kani Beko û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken wekîlê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û gelek kesên din hatin saziya tipa edlî û malbat ziyaret kirin. Demirtaş û koma li gel wî konê ji bo malbatan hatiye vedan ziyaret kirin û sersaxî ji malbatan xwest. Demîrtaş dayik hembêz kirin û êşên wan parve kirin. Demîrtaş, piştî malbat ziyaret kirin çû qada otopsiyê û ji parêzeran agahî girt.

Demîrtaş piştî ziyaretan li ber avahiya saziya tipa edlî daxuyanî da.

Demîrtaş, anî ziman ku nêzî 20 cenaze perçe perçe bûne û êdî nayên naskirin û wihagot: "Piştî testa DNA yê nasnameyên wan bên zelalkirin. Ji ber ku cenazeyên wan dê dereng bên teslîm kirin ji bo malbatan îşkenceyek e. Gelek saziyên civakî û rêxistinên demokratîk bi batanî, tasek corbe û seknek germ piştgiriya madî û manevî da malbatan. Ev pir bi qîmet e. Em hêvî dikin ku di demek nêzîk de dê hemû cenaze teslîmî malbatan bê kirin."

Demîrtaş, da zanîn ku 2 bombeyên zindî hene û dozger ji bo nasnameyên wan tespît bike di nava hewldanan dene.

Demîrtaş, xwest lêpirsîn û lêkolîn bêtir kûr bibe û wiha got: "Êrîşa li Enqereyê pêk hat bi her awayî dişibe êrîşên li Pirsûs û Edeneyê. Min berê jî got bêyî dewletê cûk nikare li Enqereyê bifire. Em bi zanebûna vê yekê siyasetê dikin. Berpirsiyarê hemû kuştinên nediyar dewlet e. Ger ku ronî neke wê demê kujer dewlet e. Niha berpirsiyarê vê komkujiyê dewlet û hikûmet e. Berpirsiyarê komkujiya Amedê jî û Enqereyê jî dewlet e. Wê roj bê hiqûq hesap ji berpirsiyaran bipirse. Ger ku hesap ji wan kujeran bê pirsîn Tirkiye wê bibe welatê jiyanê."

Demîrtaş, da zanîn ku di nava gala xwînê de ger ku li vî welatî hinek bigirîn û hinek bikenin aştî û biratî nayê vî welatî û wiha berdewam kir: "Aştî dema ku hemû kes bi hev re bikenin û hemû kes bi hev re bigirîn pêk tê. Biratî jî bi heman rengî ye. Kesên dun li vir bûn ji bo aştiyê li vir bûn. Partiya me jî ji bo piştgiriyê li gel wan bû. Serokwezîr her çend bêje 'Piştgiriyê bidin kijan partiyê bila bidin dilê me şewitî' jî derewan dike. Dirûtiyan dike. Duh mîtînga partiya me tune bû. Rêveberên dehan partiyan li qada mîtîngê bû. Hemûyan digot bila xwîn raweste kuştin bikekine. Digotin bila biratî aştî bê vî welatî û azadî pêş bikeve. Ji her derên Tirkiyeyê mirov hatin vir. Bila Serokwezîrê ketî ji kerema xwe re bihata vir. Lê Serokwezîr bi vê gotina 'Ez xemgîm bûm' neheqiyê dike. Yên hêsiran dibarînin jî em in. Yên rastî neheqiyê tên jî em in. Ji ber ew qas bê heya ne îstîfa jî nakin. Li şûna îstîfa bikin derdikevin pêşerî kamerayan û dikenin. Ev kesana nabin nûner û wezîrên me. Ev ne wezîrên me ne."

Demîrtaş, bibîr xist ku duh dema cenaze radikirin polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî birîndaran kir û wiha got: "Bila Serokwezîrê demî rabe daxuyaniyê bide. We çima piştî teqînê bombeya gazê avêt. Polîsan çima gaz avêt. TOMA çima av avêt. Bedenên mirovan perçe bûne, lê hûn bombeyên gazê û ava şid davêjin. Li şûna hûn lêborînê bixwazin. Kerfê xwe dikin."

Ger ku dixwazin bibin dewleta her kesî divê berî her tiştî lêborînê bixwazin.

Demîrtaş piştî daxuyaniyê ji saziya tipa edlî qetiya û malbat man li ber nexweşxaneyê rawestîna xwe berdewam dikin.