Kerry tê Tirkiyeyê, Erdogan diçe DYA’yê
Kerry tê Tirkiyeyê, Erdogan diçe DYA’yê
Kerry tê Tirkiyeyê, Erdogan diçe DYA’yê
Hat ragihandin ku dê Wezîrê Derve yê DYA’yê John Kerry bê serdana Tirkiyeyê. Hat diyarkirin ku dê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan jî 16’ê gulanê bi Obama re hevdîtin pêk bîne.
Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry cara yekemîn 1’ ê adarê hatibû Tirkiyeyê, dê dawiya vê hefteyê careke din bê serdana Tirkiyeyê. Tê diyarkirin ku dê serdana di çarçoveya gera wî ya li herêmê de pêk bê, lê heta niha dîroka serdanê diyar nebûye. Li gorî çapemeniya Tirk dê Kerry bi Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu re hevdîtin bike.
Li gorî CNN Turk dê divê hevdîtinê de pêvajoya aşitiya Rojhilata Navîn, têkiliyên Tirkiye-Îsraîl, rewşa Sûriye, Iraq û Qibrisê bê gotûbêjkirin.
Her wiha, hate ragihandin ku dê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan roja 16’ê gulanê li DYA’yê bi Serokê DYA’yê Barrack Obama re hevdîtin pêk bîne. Hate diyarkirin ku vexwendinname roja 2’yê nîsanê gihiştiye Wezareta Derve ya Tirk.
Balkêş e ku ev serdana di demek de ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rojevê de ye û pêvajoya piştî banga wî û “nermbûna” têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê pêk tê.