BI DÎMEN

Kerestecîoglû: Divê em berxwedana sivîl xurt bikin

Namzeta HDP'ê ya Parlamenteriyê ya Stenbolê Kerestecîgolû destnîşan kir ku divê piştî 1'ê Mijdarê berxwedana sivîl bê xurtkirin û got, "Bêyî berxwedanê ti tişt nabe. Em vê yekê bi zelalî dibînin. Divê em berxwedana sivîl jî, siyasetê jî xurt bikin."

Yek ji navên girîng ên têkoşîna femînîst parêzer Fîlîz Kerestecîoglû, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de, ji HDP'ê namzeta parlamenteriyê ye.

Kerestecîoglû ku di 7'ê Hezîranê de bi desteka jinan cihê xwe di parlamentê de girt, di nava demeke kurt de ji îşkenceya zayendî ya li hemberî Ekîn Wan (Kevser Elturk) heta Protokola Stenbolê, gelek pêşniyar pirsên der barê jinan de pêşkêş kir. Her wiha li ser paşnav jî guhertina qanûnê pêşniyar kir. Lê belê bi gotina Kerestecîoglû ev hemû pêşniyar pirs û pêşniyar qanûn, li kîsekî hatin bicihkirin.

Kerestecîoglû da xuyakirin, ku rewşa ji serdestiya mêr a li Meclîsê, wê bi hebûna jinan biguhere û ji ANF'ê re xebatên xwe nirxand.

LI MECLÎSÊ BI TENÊ 22-24 SAETAN ME DERFET DÎT KAR BIKIN

Der barê pêvajoya parlamentê ya dema bihurî de Kerestecîoglû ev nirxandin kir: Bi rastî jî demeke gelekî kurt bû. Dema mirov li hev bicivîne, herî zêde 22 yan jî 24 saetan em li Meclîsê xebitîne. Halbûkî, ji bo Meclîs vekirî bimîne, ji bo heta 1'ê Cotmehê nekeve betlaneyê, me gelekî hewl dan. Lê nebû û hat girtin. Di demeke kurt de me pêşniyar pirs pêşkêş kirin. Der heqê qada xwe de min li ser guhertina paşnav pêşniyara qanûnî kir. Der barê perwerdeya zarokên penaber, pirsgirêkên bicihanîna Peymana Stenbolê ya li dijî şîdetê û îşkenceya li hemberî bedena Ekîn Wan de, me pêşniyar pirs pêşkêş kirin. Lê ev hemû li kîsekî hatin dagirtin û niha disekinin."

Kerestecîoglû bibîr xist, ku wan li Meclîsê komeke jinan ava kirin û got, "Bi vê koma jinan re me dixwest, li hemberî cihêkariya li her qadê li jinan tê kirin têkoşîn bê meşandin. Me plan dikir ku wekîlên jin ên ji partiyên din jî li hev bicivînin, di cihêkaryeke li hemberî jinan de bikin ku yek deng derkeve û ji bo vê em difikirîn diyalogê pêk bînin. Lê ev yek pêkane nebû. Bulen Arinç ji hevala me Nûrsel Aydogan re got, 'Weke jinekê hiş be', li ser vê yekê me nerazîbûn nîşan dan. Wekîlên jin ên CHP'yî jî nerazîbûn nîşan dan, lê civîneke çapemeniyê bi hev re nehat kirin."

Kerestecîoglû diyar kir ku li Meclîsê gelek jin nikarin biaxivin û got, "Temsîl, bi tenê rûniştina li kursiya li parlamentê nîne. Di heman demê de bilêvkirina gotinan ji bo jinan e. Lê bawerim ev yek hînê bi têrkerî bi ser nehatiye xistin."

LI MECLÎSÊ REWŞEKE HIYERARŞÎK Û BI SERDESTIYA MÊR HEYE

Li ser atmosfera Meclîsê Kerestecîoglû got, "Ji roja destpêkê û pê ve min rewş û civateke hiyerarşîk dît. Bi kincên li xwe dikin, bi helwesta nîşan didin, bi pîvanên xwe re ev civat, ji serdestiya mêr e. Weke jineke femînîst, ez vê hiyerarşiyê red dikim. Dema em niha tê de ne demeke cuda ye. Hem ji bo li dijî şer bibim alîgirê aştiyê, hem jî di nava pirdengiya HDP'ê de bibim dengê femînîzmê, min cih girt. Lê belê ev dem dikarîbû cudatir bûya. Bi taybetî bi tevlîbûna HDP'ê, bi tevlîbûna jinên HDP'yî, nasname û baweriyên cuda re, dikarîbû bi pirrengî derbas bibûya."

BI ŞER RE JIYAN SEKINÎ

Kerestecîoglû, ji 7'ê Hezîranê û vir ve, der barê guhertinên li eniya jinê de, ev nirxandin kir: "

"Li şûna ku weke jin me yê ji bo azadî û wekheviyê hîn bêhtir têkoşîn bimeşanda, li hemberî cînayetên jinan têkoşîneke xurt nîşan bida, ji nişka ve em di nava cendereya şer de asê man. Niha, di vê têkoşîna azadiyê de jî bi rastî jin li refên herî pêş cih digirin. Bêguman, têkoşîna ji bo aştiyê nebe, ti tişt nabe. Bi şer re jiyan hinekî sekinî. Ev yek ji bo jinan jî derbasdar e. Me dikarîbûn têkoşîn li ser qadên cuda bimeşanda, lê belê me hemûyan niha berê xwe dane têkoşîna ji bo aştiyê. Ez çûm herêmê, li Cizîr, Lice, Nisêbîn û Hezexê mam. Bi rastî jî me û jinên Kurd bi xurtî hev du hembêz kirin. Pêwîstiya me bi vê hebû. Pêwîstî pê heye ku bûyerên li wir diqewimin ji vir re bên ragihandin û yên li vir jî haya xwe ji qewimînên li wir hebe. Gel îro hinekî din cuda ne. Ez bawerim em ê vê bi ser bixînin. Medya sosyal, ji bo dîtina gelek tiştan amûreke gelekî girîng e. Di heman demê de şîdeta polîsan a li Gezî rû da, ji bo fêmkirina qewimînên li erdnîgariya Kurdistanê, bi kêr hat. Hinekî din tê fêmkirin û pirek tê avakirin. Di navbera jinan de ev pir ji xwe bi hêsanî ava dibe. Ji ber ku jin, tevî binpêkirina mafên bingehîn, hîn bêhtir nêzî têkoşîna bi hev re ne. Lewma, têkoşîna aştiyê wê dîsa ji aliyê jinan ve bê biserxistin."

ZILM TÊ KIRIN, LÊ GEL HER LI BER XWE DIDE

Ji bo pirsa, 'gelo ev şer wê çawa bê sekinandin?' Kerestecîoglû ev bersiv da:

"Dibe ku mîna tiştek nabe yan jî bêçaretî heye tê dîtin. Lê belê li hemberî qedexeya derketina derve mirov li ber xwe didin. Rewşeke qebûlkirinê nîne. Li Cizîr, Nisêbîn, Liceyê, tevî ku tecrûbeyên bi êş hatin jiyîn jî bi hezaran mirov daketibûn kolanan. Dûre dîsa zilm li gel hat kirin. Hinceta zilmê jî ev e; berxwedana bi hezaran mirovan e. Lê ev berxwedan nasekine. Hevalên me yên Kurd bi awayekî mafdarî îsyan dikin û dipirsin 'Çima heman deng ji bajarên Rojava nayê?'. Dibe ku heman deng nayê, lê belê ez dibînim ku li vê derê bersiveke xwe heye. Mirovên ku berê her tişt dixistin nava gotina 'terorê', niha herî zêde dibêjin 'terora dewletê'. Kevneşopiya berxwedanê ya 30-40 salan a li bajarên Kurdan, li bajarên Rojava nîne. Ji ber vê yekê Gezî yekser mayînde nebû. Lê belê kêm be jî kevir li ser hev tên danîn. Ne bawerim ku rojava gelekî xemsar e, ne ewqasî bêhêvî me. Wê dawiyek vê hebe. Tevî êrîş û hewldana komkujiyê ya beriya 7'ê Hezîranê, di 7'ê Hezîranê de gelên vî welatî gelekî kêfxweşî û hêvî dîtin. Me ji Erdogan re got, 'Em ê te nekin serok' û me ew nekir serok. Me dîtin ku me ev bi ser xistin. Dûre mîna ku em ketin xefletê. Me texmîn nekir ku ewqasî zalim bin. Komkujiya Pirsûsê em hîn bêhtir belav kir. Komkujiya Pirsûsê bû destpêka şer û operasyonên xapandinê. Dibe ku me dikarîbû pêşî li van hemûyan bigirin, dibe ku em karîbûn hinekî din çalak tevbigeriyan. Dîsa jî ez bawerim, ku ev rewş bi awayekî dikare bê sekinandin."

HÎN BÊHTIR BERXWEDAN

Kerestecîoglû pêşdîtina xwe ya ji bo dema piştî 1'ê Mijdarê bi vî rengî rave kir: "Bêyî berxwedanê ti tişt nabe. Em vê yekê bi zelalî dibînin. Divê em berxwedana sivîl jî, siyasetê jî xurt bikin. Di 1'ê Mijdarê de HDP dengekî bilindtir an jî dengê bi rêjeya beriya niha werbigire; wê ji nişak ve xweşî neyê, wê ji nişka ve şer neqede. Ji ber vê yekê, pêwîste em bi rastî jî berxwedana sivîl xurt bikin û her kes ji bo aştiyê hîn bêhtir li dora hev bicivin. Di vir de girîng e gotina her kesî hebe."