Kerestecîgolû: Betalkirina wekîltiyan ji bêçaretiya wan tê

Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, anî ziman ku AKP a ku bi biryara pêşwext a hilbijartinê û di vê pêvajoyê de betalkirina wekîltiya Selma Irmak û Osman Baydemîr,  bêçarebûna xwe dide nîşandan.

Desteya Giştî ya Meclîsê nerazîbûn nîşanî betalkirina wekîltiya Parlemetera HDP’ê yê Colemêrgê Selma Irmak û Parlemeterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr da. Koma HDP’ê ya Meclîsê, Desteya Giştî terikandin.

‘EV BIRYAR LI MECLÎSÊ HAT’

Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, beriya ji Desteya Giştî biterikîne daxuyaniyek da û peyama: “Ev biryar laqîqî Meclîsê ye. Bi rastî jî lê hat.”

Kerestecîoglû destnîşan kir ku carekî din vîna gel hate binpêkirin û ji bo AKP’ê peyama “Bi çûna hilbijartinê biryareke wiha dide nîşandan ku bê çiqasî bêçarene.”

‘GEL WÊ BERSIV BIDE’

Kerestecîoglû got: “Di 24’ê Hezîranê de wê gel, hemû hêzên demokrat ên vî welatî bi hev re bersiva pêwîst bide we. Ew bersiv wê çi be hûn dizanin? Wê ji ‘Faşîzmê re Na’ be, wê ew bersiv ‘Azadî’ be, wê ‘Demokrasî’ be. Hûnê ne di rewşa hatinê de, di rewşeke perîşan û bê çare de, heta li dû xwe nanêrin hûnê biçin.”