Kemalbay: Naxwazin dengê Ocalan bigihêje gel

Parlamentera HDP'ê Kemalbay nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, bi rêya tecrîdê nahêlin ku dengê Ocalan bigihêje gel.

Hevseroka berê ya HDP'ê û Parlamentera Îzmîrê Serpîl Kemalbay nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan da.

Kemalbay diyar kir ku Tirkiye di serdemeke giran de ye û got, sedema vê pêvajoya zehmet jî bisernexistina têokşîna aştî û demokrasiyê ye. Kemalbay destnîşan kir ku gelên Tirkiyeyê di navbera salên 2013 û 2015'an de dîtin ku dikarin bi hev re di nava aştiyê de bijîn û ev yek jî bi kêf û xweşî pêşwazî kirin. Serpîl Kemalbay got, "Wê wextê berê mirovan li polîtîkayên aştiyê bû. Lê belê me di hilbijartinên 2015'an de dît ku hêzên serdest ên li Tirkiyeyê nikarin xwe li polîtîkayên aştiyê rabigirin."

Kemalbay bi bîr xist ku HDP di 7'ê Hezîranê de bi xurtî cihê xwe li parlamentê kir, vê yekê tirs berda nava dilê serdestan û wiha pê daket: "Encamên wê hilbijartinê nehate qebûlkirin. Piştre 20'ê Tîrmehê li Pirsûsê komkujî hate kirin. 10'ê Cotmehê bombe li mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê hate teqandin. Bi vî rengî li Tirkiyeyê atmosfera kaosê hate afirandin. Ji ber ku meseleya Kurd bi rê û rêbazên aştiyane nehate çareserkirin, hem li hundir hem jî li derve polîtîkaya şer û şîdetê hate mezinkirin."

TÊKOŞÎNA NAVBERA ŞERXWAZ Û AŞTÎXWAZAN

Kemalbay got, "Ev yek têkoşîna navbera aştîxwaz û şerxwazan e" û wiha dewam kir: "Yek ji xalên sereke yên vê têkoşînê jî tecrîd e. Ji ber ku Birêz Ocalan di navbera salên 2013 û 2015'an de destek da pêvajoya aştiyê û danûstandinê. Ev pêvajo bi rê ve bir. Di daxuyaniya Newrozê de ji bo çareseriya pirsgirêkê li ser bingeha pîvanên demokratîk peyamên girîng hatin dayin. Lê belê ev peyam piştre hatin birîn. Birîna van peyaman karê şerxwazan e."

Kemalbay da xuyakirin ku bi têkbirina polîtîkaya aştiyê re li zindanê polîtîkaya tecrîdê û îzolekirina Ocalan dest pê kir û bi vî rengî hewl tê dayin ku dengê Ocalan negihêje gel.

Kemalbay got, "Ev polîtîka ne ti polîtîka ye. Ji ber ku bi şer tiştek bi dest nakeve. Şer ji bo gelan rê li ber êş, mirin û xizaniyê vedike."

DIVÊ HER KES XWEDÎ LI POLÎTÎKAYÊN AŞTIYÊ DERKEVE

Kemalbay tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, "Divê tecrîd were rakirin. Pêwîste hurmet ji mafê jiyanê yê girtiyên nexweş re bê nîşandan. Bi taybetî girtiyên siyasî divê werin berdan. Pêvajo bi vî rengî dikare asayî bibe. Her kes îro bedela polîtîkaya tecrîdê dide. Bi mirina mirovan bedel tê dayin. Jiyana mirovan ji her tiştî girîngtir e. Beriya her tiştî divê pêşî li kuştina mirovan bê girtin. Ya rast, gel dikare her pirsgirêkê çareser bike. Ji bo em ji polîtîkayên şer ên feraseta desthilatdar rizgar bibin, divê her kes xwedî li polîtîkayên aştiyê derkevin."