Kemalbay: Denîz sax bûya, wê di qewîşa Demîrtaş de bûya

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay got, "Ji bo Erdogan careke din pêşkêşî hemû beşên civakê bikin, radibin wî dişibînin Denîz Gezmîz ê bê parke. Eger îro Denîz Gezmîş sax bûya wê hevalê Demîrtaş ê li heman qewîşê bûya."

8. Civata Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li Enqereyê, bi axaftina nûnerên pêkhateyan dewam dike.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven got, "Eger em bi têrkerî rêxistinbûyî bûna, faşîzma AKP'ê îro nekarî van komkujiyan bikira" û destnîşan kir ku beriya her tiştî vê ew li ser vê mijarê rexnedayina xwe bidin. Guven got, "AKP'ê hemû amûrên faşîzmê li dijî gel bi kar anî. Sala 2017'an bi tecrîda girankirî qediya. Ji bo sala 2018'an bibe sala gelan, divê em xwe hê bi rêxistin bikin. Ji bo serketinê ev nebe, nabe."

KEMALBAY: EV CIVAT RÊYA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN ME YE

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay jî da xuyakirin ku li dijî şerê topyekûn ê 2 sal û nîvan ew li ber xwe didin û ji bo têkoşînê xurtir bikin hê biryar in. Kemalbay got, "Ev civata me ku bi şiyara 'Bi meclîsan ber bi demomkrasiyê û bi komara demokratîk ber bi azadiyê' rêya çareseriya pirsgirêkên me ne.

Rejîma AKP'ê darbeyeke siyasî li gelên me kir. AKP îro heta qirika xwe riziyayî ye. Ji bo vê yekê binixumîne xwe li meseleya Qudsê girtiye. Ser pirsgirêkên xwe dinixumîne."

Kemalbay diyar kir ku di rewşa heyî de hin kes radibin û hewl didin Erdogan careke din pêşkêşî civakê bikin û got, "Radibin Erdogan dişibînin Denîz Gezmîz ê bê parke. Eger îro Denîz Gezmîş sax bûya, wê hevalê Birêz Demîrtaş ê li heman qewîşê bûya. Em ê berxwedan û kevneşopiya me ji Denîzan, ji Mazlûman wergirtî ne, bidomînin."

PÎROGLÛ: EM XETA YEKÎTIYÊ AVA BIKIN
 
Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Mûsa Pîroglû jî anî ziman ku emperyalizm di krîzek mezin re derbas dibe û xwest her kes li dijî emperyalîzmê xeta yekîtiyê ava bikin. 
 
OZDEMÎR: LI DIJÎ TECRÎDÊ, PERGALA ŞOREŞA ROJAVA DIVÊ

Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP'ê Hacer Ozdemîr jî anî ziman ku yekîtiya gelan hin kesan ditirsîne û wiha got: "Ji ber ku yekîtiya gelan hin kes tirsandin, tecrîd ferz kirin. Tecrîd ne tenê li dijî Îmraliyê ye. Di şexsê Îmraliyê de li dijî gelên Rojhilata Navîn tê kirin. Divê em li diji tecrîdê pergala Şoreşa Rojava li vir ava bikin."