Kedkaran girtina Gulmen û Ozakça protesto kirin
Di çalakiya li Stenbolê de rêxistinên sendîka û pîşeyan girtina Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça protesto kirin.
Di çalakiya li Stenbolê de rêxistinên sendîka û pîşeyan girtina Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça protesto kirin.
Platforma Şaxên Stenbolê yên KESK’ê, Odeya Tabîban a Stenbolê, TMMOB ÎKK, girtina Nûriye Gulmen û Semîk Ozakça li Kadikoyê protesto kirin. Sendîka û rêxistinên pîşeyan xwestin ku bila Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça serbest werin berdan.
Girseyê bi çepik, tilîlî û fîtikan pêkutî û zilma li ser Gulmen û Ozakça protesto kirin û dirûşmên “Nûriye, Semîh ne bi tenê ne”, “Bi berxwedanên em ê bi ser bikevin,” “Em ê nebin memûrê AKP’ê”, “Serkeftin wê ya karker û kedkaran be” berz kirin.
Piştî daxuyaniyê kedkaran dirûşmên “Wê BHQ’ê, biçin lê em ê li vir bin” berz kirin û peyam dan hikumetê ku “Em li hemberî pêkutî û zilma we teslîm nebin.”