BI DÎMEN

'Kedkar wê rê nedin dîktatoriyê'

Serokê Şaxê Egîtîm-Senê yê Mersînê Mûşlû diyar kir, nepêkane ku di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê 'erê' li Mersînê bi ser bikeve û got, "Bêguman wê kedkar ji dîktatoriyê re bêjin NA."

Endam û rêveberên Egîtîm-Sen Şaxê Mersînê, ku bi hezaran endamên wan ji kar hatin derxistin, ji bo referandûmê karekî berfireh dimeşînin û bang li hîndekaran dikin ku bêjin 'NA'. Serokê Şaxê Egîtîm-Senê yê Mersînê Sînan Mûşlû destnîşan kir, ku tevî hemû zext û zordariyê jî, li Mersînê amadekarî tê kirin ku di 16'ê Nîsanê de serketina 'NA' bê ragihandin.

ALÎGIRÊN 'ERÊ' DI NAVA PANÎKÊ DE NE

Mûşlû anî ziman, ew bi rêya însiyatîfên ji komele û saziyên civaka sivîl pêk tên, karê xwe yê referandûmê didomînin û ev karê wan roj bi roj mezin dibe.

Mûşlû diyar kir, meyla civakê ya ji bo dengê 'NA' gelekî zêde ye û got, "Bi taybetî em di nava hilbijêrên neteweperest de vê meylê dibînin. Ev hilbijêr li nava hev ketiye. Em jî hevdîtinê bi van re dikin û hewl didin eniya 'NA' berfireh bikin."

Mûşlû bal kişand ser zext û astengiyên li pêşiya karê wan û anî ziman, ev zextên tên kirin, panîka desthilatdariyê û alîgirê dengê 'NA' radixe pêş çavan.

'DIXWAZIN SÎSTEMA ANTÎ DEMOKRATÎK MAYÎNDE BIKIN'

Mûşlû destnîşan kir, pêkanînên antî demokratîk ên ku AKP'ê bi bahaneya hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê xist rojevê û bi biryarnameyan bi cih tîne, eger di 16'ê Nîsanê de dengê 'erê' bi ser bikeve, wê êdî veguherin sîstemeke mayînde û işaret bi girîngiya dengê 'NA' kir. Mûşlû da xuyakirin ku ew nikarin mafekî xwe yê herî biçûk ê demokratîk bi kar bînin û got, bi dengê 'erê' re wê ev rejîma dîktatoriyê mayînde bibe.

'BI SED HEZARAN MIROVÊN JI KAR HATINE AVÊTIN WÊ HESAB BIPIRSIN'

Mûşlû bibîr xist, bi sed hezaran mirov ku endamên wan jî di nav de hene ji kar hatine derxistin û destnîşan kir, ev bi sed hezaran mirov xwe amade dikin, di referandûmê de bi xurtî hesab ji AKP'ê û dîktatoriya şexsekî bipirsin. Mûşlû got, "Tenê li Mersînê bi hezaran endamên me ji kar hatin derxistin. Bi van re xizmên wan jî mexdûr bûn. Ev mirov wê li dijî AKP'ê û sîstema AKP'ê li ber xwe bidin. Di referandûmê de wê hesabê vê bipirsin."

'HILBIJÊRÊN AKP'Ê WÊ SURPRÎZA HERÎ MEZIN BIKIN'

Mûşlû her wiha bibîr xist, ku bi deh hezaran mirov hatine girtin û ragihand, ev pêvajo pêvajoyeek ji rêzê nîne û civak wê hesab ji AKP'ê û Erdogan bipirse. Mûşlû wiha dewam kir: "Bi hezaran mirovên hilbijêrên AKP'ê hene, ku di bin navê FETO de hatine mexdûrkirin. Mirov hene ku deng dane AKP'ê lê dîktatoriya şexsekî naxwazin. Em bi van re jî daxivin û ev mirov wê di referandûmê de surprîzeke mezin bike. Şikestin wê herî zêde di nava hilbijêrên AKP'ê de pêk were."

BANG

Sînan Mûşlû da xuyakirin, ku li hemberî her şêwe zext û zordariyan jî, alîgirê dengê 'NA' karê xwe bi biryardarî dimeşînin, bi pêş ev diçin û destnîşan kir, ku çi dibe bila bibe ew ê dengê 'NA' bi ser bixînin.

Mûşlû diyar kir, ji bo siberoja kedkar û perwerdekarên li gelemperiya welêt, divê ew bêjin 'NA' û destnîşan kir, ti kedkar û perwerdekar wê ji mayîndekirina vê sîstemê re nebêje 'erê'."