KCK: Elewî ev hezar û 500 sale li dijî zilmê serî hil dide
KCK: Elewî ev hezar û 500 sale li dijî zilmê serî hil dide
KCK: Elewî ev hezar û 500 sale li dijî zilmê serî hil dide
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê meha Muharremê de daxuyaniyek da û got: “Elewiyan ji Kerbelayê heta niha bi çanda ku dan jiyîn nasnameya xwe dîtin. Bîranîna Kerbelayê nasnameyeke û çandeke. Bîranîna Hz Huseyîn nasnemeye û çande. Rêza li dijî Elewitiyê rêza li dijî çandê ye. Rêza li dijî Elewitiyê, qebûlkirin Elewitiyê ye. Di van rojên ku çand û nasnameya Elewitiyê pir zêde tên jiyîn, hamleyên asîmîlasyonê êrîş û xerabiyeke mezine.
KCK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku bila rojiya 12 meleyan a Elewî di meha Muharemê de digirin, bila bê qebûlkirin.
KCK’ê da zanîn ku bi vê rojiyê li dijî neheqiya li dijî Elewiyan dibin xwedî helwest û wiha pêde çû: “Ji bo 12 meleyên ku yek jî bi ecelê xwe neçin heqîqetê her sal ev rojî tê girtin û helwest û hêrsa xwe nîşan didin. Elewî her sal bi rojiya ku digirin çand û nirxên xwe ya li dijî zilm û zextê ye zindî digirin. Bi vî awayî ez hezar û 500 sale li dijî zilmê serî radikin. Bedelên giran didin.
KCK wiha pêde çû: “Elewî civakeke ku ev hezar û 500 sale li dijî zilm û zordariyê serî netewandiye û civakek ji derveyê dewletê ye. Bi baweriya xwe ya ku nirxên demokratîk yên komunal dihundirîne, jiyana xwe birêve birine. Elewî heta niha bi vê karekterê xwe tu carî li sifreya dewletê runenişt û îro dixwazin Elewitiyê bikin nava dewletê.”
KCK’ê destnîşan kir ku Elewiyan ji Kerbaleyê heta niha bi çanda ku dan jiyîn nasnameya xwe dîtin û wiha got: “Bîranîna Kerbelayê nasname û çandeke. Bîranîna Hz Huseyîn nasnameyek û çandeke. Rêza li dijî Elewitiyê rêza li dijî çandê ye. Rêza li dijî Elewitiyê, qebûlkirina Elewitiyê ye.
Elewî ev hezar û 500 sale nirxên xwe diparêzin û li dijî hemû zilm û zordariyê rola xwe lîstine. Em hêvî dikin ku roja Aşûriyê bibe wesîleya biratî û aştiyê.”