KCK’ê têkîldarî qezaya li Îranê daxuyanî da
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkîldarî qezaya ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkîldarî qezaya ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye
“Serokkomar û wezîrê karên derve yê Îranê ji bo hin vekirinên hevpar bi serokomarê Azarbaycanê re bikin çûn Azarbaycanê, lê di vegera Azarbaycanê de helîkoptera ku tê de bûn ket, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Abdullahiyan û şandeya pê re jiyana xwe ji dest dan. Bi qasî ku di raya giştî de xuya dibe, dewleta Îranê vê bûyerê weke qeza binav kiriye. Lê bûyereke bi guman e. Di demek wiha de ku herêma me ji qonaxeke hesas re derbas dibe, bûyereke ku divê bê fêmkirin e. Em sersaxî ji malbata kesên jiyana xwe ji dest dane û dewleta Îranê re dixwazin.
Herêma me Rojhilata Navîn ji qonaxeke hesas re derbas dibe. Hinek hêz dixwazin bi rêya Îranê li Rojhilata Navîn şer kûr û belav bibe û ji bo vê di nava tevgeran de ne. Dewleta Tirk di destpêka van hêzan de tê. Em kûrbûna şer li Rojhilata Navîn bi ti awayî di berjewendiyên gelan de nabînin, bi vê hesasiyetê re tevdigerin. Em girîng dibînin ku hêzên li herêmê jî bi vê hesasiyetê nêz bibin û li dijî polîtîkayên hêzên ku dixwazin şer belav bikin û kûr bikin bi baldarî tevbigerin.”