KCK’ê şehîdên Komkujiya Qamişlo û Gaziyê bi bîr anîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê şehîdên Komkujiya Gazî ya 12’ê Adara 1995’an û şehîdên Komkujiya Qamişlo ya 12’ê Adara 2004’an bi bîr anîn. KCK’ê her wiha diyar kir ku PDK ji komkujiya li Şêladizê berpirsyar e.

KOMKUJIYÊN QAMIŞLO Û GAZIYÊ

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komkujiyên Qamişlo û Taxa Gaziyê peyamek weşand. KCK’ê yên di her du komkujiyan de hatine qetilkirin bi bîr anîn û destnîşan kir ku ji êrîşa li Şêladizê ji xeynî dewleta Tirk, PDK jî berpirsyar e.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

"Di 12'ê Adara 1995'an de li Taxa Gazî ya Stenbolê, di 12'ê Adara 2004'an de jî li stanta bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên dewleta faşîst ve komkujî hatin kirin. Em careke din van komkujiyan lanet dikin û hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê yên di her du komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

POLÎTÎKAYÊN KOMKUJIYÊ ÎRO JI ALIYÊ AKP-MHP’Ê VE TÊN DOMANDIN

Komkujiya Gazî weke berdewamiya komkujiyên dewleta Tirk a qirker a kolonyalîst a li dijî Kurd, Elewî û sosyalîstan pêk hat û weke gelek komkujiyan, di Komkujiya Gaziyê de jî gel û têkoşîna wan a hevpar bû hedef. Têkoşîna li Kurdistanê pêş dikeve û li Tirkiyeyê têkoşîna sosyalîst û demokrasiyê di salên 1990’î de li ser esasê têkoşîna hevpar destpê kir. Ji ber ku civîna têkoşînê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, feraset û polîtîkayên faşîst ên kolonyalîst xiste xeterê, dewleta Tirk pêşî bi bikaranîna hêzên paramîlîter û piştre jî rasterast bi rêya hêzên fermî yên polîs û cendirmeyan êrîşî gel kir, komkujiyeke mezin pêk anî. Ev polîtîkaya dewletê îro neguheriye û ji aliyê AKP-MHP’ê ve tê domandin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şerê taybet êrîş û komkujiyan didomîne. Lê îro jî wek berê divê em bi hev re li dijî van polîtîkayan derkevin. Bersiva herî baş a ji komkujiyan re jî ew e ku gel zêdetir tifaq û yekîtiya xwe ya demokratîk xurt bike.

HAT XWESTIN KU BI KOMKUJIYA QAMIŞLO RE ŞERÊ NAVXWEYÎ ÇÊBIBE

Piştî maça futbolê ya li Qamişlo hat lîstin, hêzên nîjadperest ên neteweperest êrîşî Kurdan kirin û komkujiyeke hovane pêk anîn. Bi vê komkujiyê re armanc ew bû ku gelan li hemberî hev derxînin û di navbera mirovan de şer û pevçûn derbixin. Dema em li rewşa Sûriyê dinêrin, îro baştir tê fêmkirin ku komkujiya Qamişlo çi bû. Şerê navxweyî ku di sala 2011’an de destpê kir, di sala 2004’an de bi komkujiya Qamişlo re dihat xwestin ku destpê bike, lê di encama pêşdîtin û nêzîkatiya rast a tevger û gelê Kurd de ev şer hate astengkirin. Eger ne ji nêzîkatiya rast a Kurdan bûya, wê şerê navxweyî yê Sûriyeyê hîn wê demê bihata destpêkirin. Şerekî navxweyî yê bi xistina Rojava re bihata destpêkirin wê temamiya Sûriyeyê bixista. Ji ber ku rûxandina Rojava tê wateya hilweşîna hemû Sûriyeyê. Heke piştî sala 2011’an Sûriye bi temamî neketibe destê hêzên faşîst, qirker, paşverû û hovane, ev yek bi berxwedan û rizgariya Rojava pêkan bûye. Lê belê dewleta Sûriyeyê nekarî encamên pêwîst ji komkujiya Qamişlo derbixe û polîtîkaya xwe ya nêzîkbûna bi dewleta Tirk a qirker a kolonyalîst û rêveberiya Tayyîp Erdogan re dewam kir.

Vê siyasetê Sûriye ber bi bobelatê ve kişand û bû sedema rewşa îro. Dewleta Tirk û Tayyîp Erdogan ê ku Sûriye xistiye vê rewşê jî rê nade ku Sûriye ji vê rewşê derkeve. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Sûriyeyê, êrîşên rojane yên DAÎŞ û çeteyên din, êrîş û komkujiyên wê yên li ser Rojava ji bo vê yekê ne. Ji aliyê din ve, xwe spartina çareseriya demokratîk a dewleta Sûriyeyê ya bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û helwesta wê ya dildar a li hemberî dewleta Tirk, wê polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêbandor bike. Sûriye dikare hemû pirsgirêkên xwe bi taybet pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûyîn, diyalog û muzakereyê çareser bike. Em ji vê bawer dikin û piştgirî didin. Bersiva herî baş a ji hemû komkujiyan re di şexsê kesên li Qamişloyê hatin qetilkirin de, çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê li ser esasê demokratîkbûyînê û avakirina jiyana hevpar a li ser esasê wekhevî û yekîtiyê ye.

DEWLETA TIRK Û PDK JI VÊ KOMKUJIYÊ BERPIRSYAR IN

Dewleta Tirk a qirker a kolonyalîst bi êrîşa li Şêladizê re komkujiyeke din pêk anî. Di vê êrîşê de 2 welatiyên gund bi navên Seîd Mubarek û Aras Ferec şehîd bûn. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) û Komîteya me ya Têkiliyên Derve derbarê vê komkujiyê de daxuyanî dan. Ev komkujî armanca êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê eşkere dike. Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê çi dike, dixwaze li Başûrê Kurdistanê jî bike, dixwaze êrîşî Başûrê Kurdistanê bike û li vir jî qirkirina Kurdan pêk bîne. PDK di heman demê de hevkarê qirkirina Kurdan a ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Ev hemû êrîş bi piştgirî û hevkariya PDK’ê pêk tên. Ji ber vê yekê PDK li gel dewleta Tirk berpirsyarê vê komkujiyê ye."