KCK'ê peyamek ji Konferansa Kurd a li Moskowayê re şand

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, peyameke nivîskî ji 6. Konferansa Kurda a li Moskowayê re şand, ku konferans bi sernavê "Li Rojhilata Navîn şerê parvekirinê yê sêyemîn" tê lidarxistin.

KCK'ê di peyama xwe de destnîşan kir, projeya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çareseriya bingehîn e. Di peyama KCK'ê de bal hat kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, peyameke nivîskî ji 6. Konferansa Kurda a li Moskowayê re şand, ku konferans bi sernavê "Li Rojhilata Navîn şerê parvekirinê yê sêyemîn" tê lidarxistin.

Peyama KCK'ê bi vî rengî ye:

"Em hemû delege û beşdarên konferansa ku hûn li ser mijara Kurd û Rojhilata Navîn pêk tînin, bi rêzdarî silav dikin. 

Dema behsa Rojhilata Navîn tê kirin, yek ji gelên tê bîra mirov, Kurd in. Erdnîgariya ku Kurd lê dijîn, erdnîgariya yekemîn car mirovahî civakî bûye û şoreşa neolîtîkê pêk aniye, ye. Lewre şaneya bingehîn a çanda mirovahiyê li vê erdîngariyê ye. Kurdistan di heman demê de welatekî ku di navbera rojava û rojhilat de cih digire ye. Ji bo Rojhilata Navîn ne tenê di navbera rojava û rojhilat, di heman demê de di navbera bakur û başûr de jî wekî pirek e. Bi vê taybetmendiya xwe ve Kurd; dewlemendiya herî xweser a Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê di nav xwe de sentez kiriye. Ji aliyê erdnîgarî û çandî ve Kurd, her tim li Rojhilata Navîn xwedî roleke girîng bûn. Dibe ku nebûne dewlet; lê ji aliyê siyasî, civakî û çandî ve roleke mezin lîstin e. Nebûna wan a dewletê, îro dihêle ku ji bo Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê, ji aliyê azadî û demokrasiyê ve roleke girîng bilîzin. 

Rêbertiya me çawa ku cihê Rojhilata Navîn a di nava dîroka mirovahiyê de bi berfirehî dahûrandiye, her wiha cih û girîngiya Kurdan a di nava Rojhilata Navîn de jî bi hemû aliyan ve raxistiye ber çavan. Bi van dahûrandinan ve, rola Kurdan a wê îro û di demên pêş de li Rojhilata Navîn bilîzin jî daniye holê. Di vê çarçoveyê de niha Kurd wekî gelekî ku wê li Rojhilata Navîn çi bikin dizanin, lewre di pêşketinên siyasî de înîsiyatîf digirin û bi bandor dibin e. 

Di sedsala 20’an de ji ber armancên avakirina netew-dewlet ên dewletên herêmê, Kurd bi pêkanîn û polîtîkayên nijadkuj ên bêmerhamet ve rû bi rû man. Netew dewletan ji bo Kurdan ji nijadkujiyê derbas bikin di navbera xwe de tifaqa dij-Kurd ava kirin. Bi belavbûna ev hevsengiyên ku di sedsala 20’an de li Rojhilata Navîn hatibû avakirin ve derfetên Kurd bigihêjin jiyana azad û demokratîk zêde bûn. Bi taybet jî têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê ve pêş dikeve, di rêxistinbûn û zanabûna Kurdan a li hemû perçeyan de roleke dîrokî lîst. Niha Kurd xwe dispêrin vê hêza xwe û di Şerê 3’emîn a Cîhanê ku li Rojhilata Navîn têkoşîna avakirina hevsengiyên nû tê dayîn de gihaştine pozîsyoneke bi bandor. Bi vê pozîsyonên xwe ve wê li hemû perçeyên Kurdistanê bigihêjin jiyana azad û demokratîk û teqez wê di nava hevsengiyên nû yên li Rojhilata Navîn tên avakirin de cihên xwe bigirin. Him jî di nava Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran ku wê bigihêjin jiyana azad û demokratîk de wekî civakekî gel a ji aliyê siyasî, civakî, çandî û aborî ve bi bandor e, cih bigirin! 

Îro Rojhilata Navîn di nava kaos û qeyranê de ye û Şerê 3’emîn a Cîhanê diqewime. Pêwîst e ev kaos û qeyran him wekî kaos û qeyrana pergala dewletperest a pênc hezar salan, him qeyran û kaosa modela aborî, çandî, civakî û siyasî ya modernîteya kapîtalîst ku ev 200 sal e ketiye Rojhilata Navîn û him jî ya sedsala 20’an û pergala siyasî ya piştî şerê sar hatine avakirin, were dîtin. Dema ev rastî li ber çavan were girtin, bi destwerdanên leşkerî û projeyên siyasî yên nerêkûpêk û xwe ferz dike ve ne mimkun e ji vê qeyranê were derketin. 

Ji ber vê sedemê hêzên ku vê qeyranê rast fêhm dikin û destwerdanên rast dikin dikarin di derketina vê qeyranê de roleke bilîzin û li Rojhilata Navîn a sedsala 21’emîn bibin xwedî pozîsyoneke bi bandor. Ti hêz bi nêzikatiyên teng ên wekî ez bi bandor bim, xwe rizgar bikim ve ji pirsgirêkên îro li Rojhilata Navîn diqewimin re nikare çareserî bibîne; nikare xwe bigihîne armancên xwe jî. Tenê hêzên ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn xwedî nêzikatiyên çareseriyê ne him wê bi ser kevin û him jî wê di serketina gelên Rojhilata Navîn de rolek bilîzin. Niha ji aliyê nêzikatiya îdeolojîk, nêrîna siyasî û bi projeyên pêşniyar dikin ve hêza yekane di vê rewşê de ye Kurd in. Yê ku ev pêk aniye jî pêşxistina projeyên çandî, aborî, civakî û siyasî ya ji aliyê Rêber APO ku wê him ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn û him jî ya Kurdan re bibe çareserî, ye. 

Desthilatdarî û dewletperestî herî zêde û dijwar li Rojhilata Navîn rû daye. Li Rojhilata Navîn ji aliyekî ve hêza civakîbûnê rû daye; ji aliyê din ve jî kevneşopiya pergala zordest û otorîter ku xwe dispêre pergala desthilatparêz û dewletperest a hezaran salan, heye. Hêza civakîbûnê ji bo gelan derfetên mezin pêşkeş dike; wekî cihê herî dirêj û kûr desthilatdarî û dewlet lê hatiye jiyîn jî, ev erdnîgarî xwedî dij-derfetî û xetereyan e. Ev kevneşopiya destihlatdarî û dewletê ya li Rojhilata Navîn, dema modernîteya kapîtalîst nas kir û bû xwediyê feraseta netew dewlet, him ji bo gelan veguherî xetereyên mezin û him jî pirsgirêkan girantir kir. Despotîzmeke ku wekî pêvajoya nijadkujiya bawerî û nasnameyên cûda ye, serwer bû. 

Heta sedsala 19’an Ermenî, Suryanî û Êzidî li vê erdnîgariyê bi hejmareke zêde dijiyan, lê belê di sedsala 20’an de rastî nijadkujiyê hatin kirin û bi piranî hatin tasfiyekirin. Feraseta yekperest ku çavkaniya xwe ji netew dewletê digire mezhebperestiyê sor kir û bi vî awayî pêvçûn û aloziya di navbera civakan de zêde kir. Di vê rewşê de Elewî, Durzî û Kiptiyan jî ketin bin zexteke giran û rastî pêvajoya nijadkujiyê hatine kirin. Li ser Kurdan polîtîkaya zext û nijadkujiyê bênavber hatiye meşandin. Li Rojhilata Navîn heta nîvê sedsala 19’an civakên bawerî û etnîk ên cuda, her çiqas car caran alozî û pêvçûn jiyan kiribin jî, di esas de di nava diyalektîkeke ku hev temam dikin de hebûna xwe berdewam dikirin. Ev cudahiyan ne lawaziya Rojhilata Navîn, hêza wê bûn. Lê belê îro veguheriyan e faktorên pêvçûnê ku Rojhilata Navîn lawaz dike. 

Rêberê Gelê Kurd li hemberî feraseta netew dewlet a yekperest, feraseta neteweya demokratîk weke alternatîf pêş xist û bi vê ve jî, ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn zemîn û zîhniyeteke girîng a çareseriyê derxist holê.  Bi feraseta netewa demokratîk ve li şûna nijadperestiya ku gelan bi hev re dide şerkirin, modeleke çareseriyê ku xwişk û biratiya gelan xurt dike, hatiye afirandin. Kurd modelekî ku li her cihên dimînin de bi pratîzekirina feraseta neteweya demokratîk ve wê rewşa şer a di navbera cûdahiyan de ji holê rake, pêşkeş kiriye. Ji xwe ji ber feraseta neteweya demokratîk ve li Sûriyeya ku şerekî giran diqewime de qadên Şoreşa Rojava bi bandor e, bûne wekî girava aramiyê. Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî, Çeçen û Tirkmen li erdnîgariya ku wekî Federasyona Bakurê Suriyeya Demokratîk tê bi navkirin de bi dostanî pergaleke jiyanê ava kirine. Kurd bi feraseta netewa demokratîk ve destwerdanek li Rojhilata Navîn kirine û ji bo çareseriya pirsgirêkan gavekî pir girîng avêtine.

Li Rojhilata Navîn faktora herî bingehîn a pirsgirêkên civakî giran dike; pergala desthilatdariya zilam e ku li dijî jinê qat bi qat, tê meşandin. Rojhilata Navîn, bi taybet jî Kurdistan ji aliyekî ve erdnîgariyeke bingeha azadiya jinê ye, ji aliyê din ve jî erdnîgariyeke çanda baviksalarî ku bingeha desthilatdarî û dewletê ye, herî zêde û fireh tê jiyankirin e. Ji ber vê sedemê jî pirsgirêkên civakî giran bûye û veguheriye girêka kor. Di bingeha hemû ferasetên zordest û despot de serdestiya li ser jinê ku qat bi qat veguheriye weke dewlet û desthilatdariyê, heye. Rêberê Gelê Kurd daket heta kûrahiya dîrokê û vê rastiyê bi awayeke berfireh dahûrand û bi vî rengî xeta xwe ya azadîxwaz a jinê rêkûpêk kir. Ev xeta xwe jî spart kevneşopî û cewhera jiyana azad û demokratîk a jinê ya di nava dîrokê de. Bi taybet jî spartiye jinên Kurd a herî kûr civaka neolîtîkê jiyan kirine, lew re xwedî ruhê azadîxwaz a herî kûr in. Li ser vê bingehê xeta azadiya jinê ku wê di destpêkê li Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn pêş bikeve, wê bibe mifteya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Di rastiya jina Kurd de şênberbûna xeta azadiya jinê, destnîşan dike ku wê rola Kurdan di çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û afirandina Rojhilata Navîn a nû de pir girîng be. 

Demokratîkbûna ku yekparebûna van hemûyan e û vana di nava xwe de dihewîne jî, îro herî zêde di zîhniyet, raman, rêxistinbûn û têkoşîna Kurdan de heye.  Rêbertiya me tespîta demokrasî di esas de ne di ferdperestiyê de, wê di civakîbûnê de pêk were, lew re civakîbûna demokratîk a rêxistinî, dînamîka herî bingehîn a demokrasiyê ye, kir. Destnîşankir ku civakîbûn demokrasiyê, demokrasî jî civakîbûnê ferz dike û pêş dixe û danî holê ku wê bi konfederalîzma demokratîk a xwe dispêre civaka demokratîk a rêxistinî ve hemû pirsgirêk li ser bingeha demokrasiyê werin çareserkirin. Derbirî ku wê netewa demokratîk, konfederalîzma demokratîk xurt bike; konfederalîzma demokratîk jî wê netewa demokratîk xurt bike û bi vî awayî hemû pirsgirêk li ser bingeha demokratîk wê werin çareserkirin. 

Bi paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê ya ji aliyê Kurdan ve li ser xeta Rêbertî hatiye pêşxistin û bi xeta neteweya demokratîk ve veguherandina wekî pergala konfederalîzma demokratîk a vê paradîgmayê ve wê sosyalîzma demokratîk pratîze bibe. Ev jî wê bibe mifte û modela çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Ji ber ku Kurd ev hemû taybetmendiyên xwe di rastî û têkoşîna xwe ya civakî şênber kirine, îro bûne gelê pêşeng a Rojhilata Navîn. Hemû serdemên dîrokê îspat kirine ku yên pêkhateya siyasî û civakî, raman û zîhniyeta pêşverû ya wê serdemê an jî hemû serdeman pêş xistine, bûne gel û civakên pêşeng a wan serdeman. Kurd jî îro bi raman, zîhniyet û pêkhateya xwe ya siyasî û civakî ve wê di sedsala 21’emîn de bibin gelê pêşeng a Rojhilata Navîn. Ji ber ku îro tenê ne li Rojhilata Navîn li hemû cîhanê qeyranên civakî, siyasî, aborî û çandî tên jiyandin, wê paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê ya Rêber APO ji bo vê jî bibe rêya çareseriyê û ev jî wê Kurdan bike gelê pêşeng a cîhanê. 

Kurd bi vê rastiya xwe ya polîtîk û îdeolojîk a di xeta Rêber APO de bi dest xistin, di Şerê 3’emîn a Cîhanê ya li Rojhilata Navîn de bûne gelê ku wê hemû girêkên kor çareser bike. Her cure pêkhateyên siyasî û zîhniyetên dij-mirovî wê bi hêza gelê xwedî taybetmendiyeke wisa ve werin têkbirin. Serkeftina gelên Kurd ên Rojava û gelên li ser bingeha xeta netewa demokratîk xwe rêxistin kirine, tenê bi hêza wan a leşkerî ve pêk nehatiye; ji ber ku xwedî xeteke siyasî û îdeolojîk a bi vî rengî bûn, li hemberî çeteyên dij-mirovî yên wekî DAIŞ bi ser ketin.  Ji ber ku bi hêzeke wisa siyasî û îdeolojîk derketin pêşberî DAIŞ’ê; DAIŞ kete nava pêvajoya tasfiye û têkçûnê. Eger Rusya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), an jî hêzeke din a herêmî difikirin ku wê tenê bi destwerdanên leşkerî ve li hemberî hêzên wisa dij-mirovî serkeftî bibin, xapandineke mezin jiyan dikin. Ji ber vê sedemê eger têkbirina hêzên xwedî zîhniyetên wisa tê xwestin, pêwîst e li gel Kurdan hevkarî û şirîkatî were kirin. Encax xeta siyasî û îdeolojîk a Kurdan destwerdanê pirsgirêkên Rojhilata Navîn bike, wê çareserî hêsan bibe. 

Eger ev hemû rastî li ber çavan werin girtin, dema Kurd vê hêza xwe bi yekitiya netewî ve tacîdar bike, wê rastî, hêz û pozîsyona xwe ya gelê pêşeng a Rojhilata Navîn, bi awayekî şênber li hemû Rojhilata Navîn pratîze bikin. Li hemberî hêza Kurdan a xwe dispêre rastiya civaka demokratîk, wê ti hêz nikaribe bisekine. Di mijara pratîzekirina Kurdan a vê potansiyel û hêza xwe de îro tenê astenga nebûna yekitiyê heye. Ji ber vê sedemê Rêber APO girîngî daye xebatên yekitiya neteweyî. Tevgera me ya Azadiyê jî ji ber vê sedemê careke din xebatên yekitiya netewî xist rojevê. 

Dijminên Kurd ên xwedî zîhniyeta netew dewletê ji ber vê hêza Kurdan dîtin, ji bo tasfiyekirina Rêber APO û PKK êrîşeke pir dijwar dimeşînin. Îro di şexsê desthilatdariya AKP-MHP de dewleta Tirk, ji ber ku dît xeta Rêber APO û PKK wê dawî li feraset û zîhniyeta wan a siyasî bîne, di mijara dijminantiya  Kurdan de bûne pêşeng. Desthilatdariya AKP dijminantiya PKK û Kurdan tenê ne ji bo xwe, her wiha li ser navê hemû dijminên Kurd û paşverûtiya Rojhilata Navîn dike. Ji ber ku dema xeta PKK serkeftî bibe di serî de Tirkiye, tevî hemû dijminên Kurd wê paşverûtiya despotîk a desthilatparêz û dewletperest ku xwe dispêre serdestiya li ser jinê ya pênc hezar salan jî ji holê rabe. Têkoşîna di pêşengtiya PKK’ê de li Rojhilata Navîn li hemberî paşverûtiya ku navenda wê Tirkiye ye, tê meşandin, di heman demê de têkoşîna li ser navê hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê tê meşandin e. Ji ber vê sedemê ne tenê Kurd, pêwîst e hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşverû jî di nava vê têkoşînê de cihên xwe bigirin û pêşeroja xwe ya azad û demokratîk bi riya têkoşîna xwe ve pêk bînin.  

Em bawer dikin ku wê konferansa we, rastiya heyî ya Rojhilata Navîn û cihê Kurdan a di nava vê têkoşîna dijwar a li Rojhilata Navîn de bi berfirehî nîqaş bike. Li ser vê bingehê em daxwaz û hêvî dikin ku konferansa we bi serketî temam bibe."