KCK’ê kesên di komkujiya şengalê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî

KCK’ê kesên di komkujiya şengalê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî

Komîteya Kêmar û baweriyan a KCK’ê, bi sedan Êzdiyên di êrîşên 6 sal berê li herêm Şengalê pêk hat de bibîranîn. KCK’ê da zanîn ku ligel ku 6 sal di ser komkujiyê re derbas bûye jî hikûmetê tu tiştek nekiriye û got niha bi heman armancê li Rojava komkujî pêk tên.

Di 14’ê Tebaxa 2007’an de bi awayekî hevdem li Şengalê 4 êrîşên întîxarî pêk hatin û li gorî hejmara fermî 525 kesî jiyana xwe ji dest da û 400 kes jî birîndar bû. Li gorî çavkaniyên herêmî 700 kes mirine.  Êrîş li hemberî Tilizer û Sibaşexidir bû.

Komîteyê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîranîn û kesên komkujî pêk anîne şermezar kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gelê me yê Êzdî  ji ber baweriya xwe, piştî ketina rejîma Saddam, derfetê xwedîderketia li nasnameya xwe ya netewî û olî bidestxistin. Gelê me yê Êzdî ji bo azadiya xwe bi rêxistin kirin û li ser vê yekê careke din bûn hedefa hêzên kujer.

 Civaka Êzdiya di şerê xwe yên qirêj de xwestin bikin alîgir û ji ber vê komkujî li ser pêk anîn. Bi vî awayî xwestin teslîm bigirin. Lê gelê me di vî şerê qirêj de nebûn alî. Bi înat û sebr di rêxistinbûna xwe de berdewam kir.

LI ROJAVA JÎ DESTPÊKÊ ÊRÎŞÊN ÊZDIYAN KIR

KCK’ê destnîşan kir ku van hêzên qirêj li Şengalê negihiştin armanca xwe û ev hêz ji aliyê hikûmetê ve nehatin derxistin holê û nehatin darizandin. KCK’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Ev hêz niha li Rojava anîne ser kar. Van hêzan li Rojava destpêkê êrîşê gelê Rojava kir. Li Rojava jî xwestin berxwedan û xeta azadiyê teslîm bigirin. Ji ber vê jî derket holê ku li ku derê berxwedana kurdbûnê hebe, hedef tê girtin.  Ji ber vê jî rastî êrîşan tên.

Em bi wesîleya komujiya Şengalê bang li hemû gelê kurd dikin ku bibin yek û em şehîdên Şengalê careke din bibîrtînin.