KCK: Divê kolan û qadên têkoşînê neyên valakirin
KCK: Divê kolan û qadên têkoşînê neyên valakirin
KCK: Divê kolan û qadên têkoşînê neyên valakirin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, li dijî qirkirin û komkujiyên li Kobanê berxwedana du rojan a li Bakurê Kurdistanê û Ewropayê silav kir û got, "Divê gelê me têkoşîna xwe ya mafdar û rewa heta serketinê bi biryardariyeke mezin bidomîne. Pêwîste mîlyonan mirovên li kolanan û li qadên têkoşînê xwe venekişînin. Divê gelê me zanibe ku her gava bi paş ve bê avêtin wê di roj, meh û demên pêş de berdêlên giran bi xwe re bîne û bi vê têgihiştinê têkoşîna xwe bênavber bimeşîne." Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji bo welatparêz û şoreşgerên di encama êrîşên kontrayên ji aliyê AKP'ê ve hatine birêxistinkirin de jiyana xwe ji dest dan, sersaxî xwest.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Li dijî qirkirin û komkujiya li hemberî gelê me yê li Kobanê tê kirin, em berxwedana 2 rojan a gelê me yê li Bakurê Kurdistanê û Ewropayê bi rêzdarî silav dikin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku kontrayên ji aliyê AKP'ê ve hatine birêxistinkirin, êrîşî berxwedana mafdar û rewa ya gelê Kurd kirine û gelek welatparêz û şoreşger qetil kirine. Hevserokatiyê di daxuyaniya xwe de got, "Em van mirovên xwe yên leheng ên bi canê xwe li dijî qirkirina li hemberî gelê me yê Kobanê û ji bo parastina destketiyên azadiyê yên gelê Kurd li ber xwe dane û bi lehengî şehîd ketine, bi rêzdarî bibîr tînin û destnîşan dikin ku em ê dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan, li ser bingeha tacîdarkirina têkoşîna azadiyê bi serketinê, dewam bikin. Di serî de malbatên şehîdên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe re dixwazin.
Em bang li tevahiya gelê xwe, dostên xwe, hemû gel, civakên baweriyan, şoreşger, çepgir û alîgirên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dikin ku di nava vê berxwedana Kobanê de cih bigirin û li her cihî vê berxwedanê bilind bikin. Her wiha em bang li tevahiya Alema Îslamê dikin ku li dijî van çeteyên DAIŞ'ê yên dijminê Îslamê, tevlî têkoşîna me ya esîl a mirovahiyê bibin. Divê tevahiya gelê me û dostên me zanibin, ku ev êrîşa qirkirin û komkujiyê ya li Kobanê li hemberî gelê me tê kirin, konsepta nû ya AKP'ê ya şer e. Gotina 'Kobanê wê têk biçe' ya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku duh bilêv kir, îlana fermî ya tifaqa navbera DAIŞ û AKP'ê de ye.
Yekîneyên JÎTEM-kontra yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êrîşî gelê me dikin, bi taybetî ji aliyê AKP'ê bi xwe ve hatine birêxistinkirin. Em dizanin ku AKP ev demeke dirêj e bi awayekî plankirî çekan dide komên kontra-jîtemê. Komkujiya li Bakurê Kurdistanê tê jiyîn, di bin berpirsyarî, kontrol û rêxistinbûyîna AKP'ê bi xwe de hatiye kirin. AKP, di dewsa ku polîtîkaya xwe ya li ser Rojava biguherîne, hurmetê nîşanî nirx û destketiyên gelê Kurd bide û nas bike, di siyaseta qirkirinê de israr dike.
Rewşa awarte ya li Bakurê Kurdistanê li hemberî serhildanên gelê me hatiye ferzkirin, divê bi ti awayî ji aliyê gelê me ve neyê qebûlkirin. Pêwîste gelê me li her cihê lê ye têkoşîna berxwedanê mezin bike û herdemî bike. Divê têkoşîna mafdar û rewa ya gelê me bi biryardariyeke mezin heta serketinê bidome. Divê bi mîlyonan mirovên herikîne kolanan û qadên têkoşînê, xwe venekişînin. Girînge gelê me zanibe, her gaveke di têkoşînê de bi paş ve bê avêtin, wê di roj, meh û demên pêş de berdêlên giran bi xwe re bîne û bi vê têgihiştinê tevbigere, têkoşîna xwe bênavber dewam bike. Û parastina xwe ya cewherî xurtir bike û bi feraseta "Her der Kobanê, her der berxwedan-serhildan" berxwedanê bigihêjîne serketinê."