KCDK-E'yê name ji wezîrên karên derve re şand: Bêdeng nemînin!

Hevserokên KCDK-E'yê, têkildarî desteserkirina şaredariyên HDP'î, girtina siyasetmedaran nameyek ji wezîrên karên derve yên hemû welatan re şandin. KCDK-E'yê xwest, bêdeng nemînin û zextê li Tirkiyeyê bikin.

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç piştî desteserkirina 5 şaredariyên din ên HDP'ê, nameyek ji wezîrên karên derve yên hemû welatan re şandin.

Hevserokan bang li Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, NATO û Yekîtiya Ewropayê kirin ku bêdeng nemînin.

Name wiha ye:

"Wezareta Karên Derve ya dewleta Tirk di 15 Gulan 2020'an de, bêyî ku sedemê bide nîşan bide 5 hevserokên şaredariyên HDP'ê destgîr kirin û qeyûm danîn ser wan şaredariyan.

Piştî ku qeyûm danîn ser şaredariyan, derdorên şaredariyê bi polîsan dorpêç kirin û hemû xizmetên şaredariyê dan rawestandin.

Desthilatdariya AKP'ê ne nexweşiyê, ne cejnê û ne jî karberdanê nas dike, hema her êrîşî hemû pîrozî û rûmetên Kurdan dike. Desthilatdariya AKP'ê mafê bijartin û hilbijartinê binpê dike û xwedêgiravî Tirkiye endamê Konseya Ewrupayê ye û berendamê YE'yê ye, lê bêrêziyê dike û ti huqûq û hevpeymanên navdewletî jî nas nake. Rêveberiya AKP'ê, ji bo li pêşiya îradeya gelê Kurd bibe asteng û nehêle bijareyên xwe azad hilbijêre, hemû hêza dewletê dide xebitandin, li gel ewqas astengan jî,  yên bi îradeya gel hatine hilbijartin ji ser kar digrin û davêjin zîndanan.

Li Tirkiyeyê, di wan şert û mercên zagonên hilbijartina ne demokratî de, li gel ku ji bo astengkirinê, hemû derfetên dewletê hatin bikaranîn jî, di hilbijartinan de HDP'ê, li gel 3 bajarên mezin 65 şarederî qezenc kir. Li gel van hemû zehmetî û astengan, bi dengên bilind ên gel, weke ji %60-90'an ev şaredariyên hatin qezenckirin, ji wan 45'an qeyûm danîne û mazbatayên 6'an jî bi rêya KHK'yê jê hatiye standin kesên din danîne şûna wan. Her wiha hevserokên şaredariyên Îdirê, Sêrtê, Misric, Hawêl û Vartinîsê xistine bin çavan, li şûna wan qeyûm danîne. Li gel ewqas zagonên hilbijartînê yên ne demokratî jî, îradeya gel nas nakin û ji bo vê destketiyê reş bikin, sedem û şahidên derewîn çêdikin û bi vê şêwazê mafê hilbijêran yên hilbijartin û bijartinê ji dest wan distîne, her wiha hevserokên şaredariyê weke dijmin nîşan didin û bi dehan salan wan ceza dike.

Bi kurtayî di serdema rêveberiya AKP'ê de ya di navbera salên 2014-2020 de, 7 parlementer, jê 26 kevn û 22 nuh hemû 48 hevserokên şaredariyê û di ser 4000'an re rêveber û aktîvîstên HDP'ê hatine destgîrkirin û di zîndanê de ne. Hevserokê şaredariya Qersê ku qeyûm nehatiye danîn, ew jî bi mirinê tê tehdîtkirin.

Saziyên navdewletî yên ku Tirkiye endame, di hevpeymanên wan de şertên ku pêk bînin hatine diyarkirin. Dema van şerdan werin binpêkirin divê were zanin ku hesabpirsîn heye. Wexta ku li hember van kiryarên antî-demokratîk ên Tirkiyeyê, ev saziyên navdewletî bêdeng dimînin, Tirkiye hîn bêhtir curet distîne û hîn pirtir pêl şertên wan hevpeymanan dike û mafên mirovan û îradeya gel nas nake, her wiha hevserokên şaredaran davên zînadanan û şûna wan qeyûma datîne.

Em KCDK-E, ji Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, NATO û Yekîtiya Ewrupa daxwaziya me ev e: li hember van kiryarên Tirkiyeya endamê we ye, bêdeng nemînin, mekanîzmayên navdewletî bidin xebitandin û fişara siyasî, aborî û diplomasî bidin ser Tirkiyeyê da ku hûn karibin pêşiyê li van kiryarên antî-demokratîk bigrin û hûn karibin ewlehiya mafên hilbijartin û bijartinê misoger bikin!"