KCDK-E’yê ji bo ‘Roja Greva Neteweyî ya li Dijî Çekên Kîmyewî’ bang kir

KCDK-E’yê diyar kir wan 12’ê Mijdarê ‘Li Ewropayê Roja Greva Neteweyî ya li Dijî Çekên Kîmyewî’ îlan kirine û ji bo meşa di 12’ê Mijdarê de ya li dijî çekên kîmyewî bang kir.

KCDK-E’ê diyar kir dewleta Tirk dixwaze bêhna gerîlayên azadiya Kurdistanê bi çekên kîmyewî qut bike û siberoja gelê Kurd tune bike. KCDK-E’yê diyar kir wan 12’ê Mijdarê ‘Li Ewropayê Roja Greva Neteweyî ya li Dijî Çekên Kîmyewî’îlan kirine û ji bo meşa di 12’ê Mijdarê de wê li Dusseldorfê were lidarxistin bang kir.

Di daxuyaniya Hevserokatiya KCDK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Gelê Kurd ji pêvajoyeke awarte derbas dibe. Dewleta Tirk a qirker ji bo ku bigihêhe armanca xwe her cure metodê bi kar tîne û êrîşên dagirker dike.

Gerîlayên Azadiyê li dijî dagirkerî û qirkirinê berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Ew ax û namûsa Kurdistanê diparêzin û bedena xwe dikin çeper. Gerîlayên Azadiyê siberoj û hêviya gelê Kurd temsîl dikin.

Dewleta Tirk a mêtinger bi êrîşên kîmyewî yên li dijî gerîlayên azadiyê dixwaze siberoja me tarî bike û hêviya me ji destê me bistîne. Armanca wan ew e ku jiyana me ya azad û bi rûmet a gel bi qirkirinê biqedînin.

Hemû êrîşên kîmyewî yên ji bo şikandina berxwedana gerîlayên azadiyê tên kirin, tê wateya qutkirina nefesa gelê Kurd.Em gelê Kurd em nikarin li hemberî vî şerê qirkirin û îmhayê weke ku asayî ye nêzî pêvajoyê bibin. Em Kurdistanî nabe ku jiyana xwe ya rojane bi awayekî rûtin bidomînin.

DI 12’Ê MIJDARÊ DE EM TEVLÎ MEŞA LI DUSSELDORFÊ BIBIN

Pêdiviya me bi helwest û hewldaneke zêde heye. Divê em di 12'ê Mijdarê de teqez biçin Dusseldorfê, li hemberî kîmyabaranê bibin nefesa gerîlayên azadiyê.

Ji ber vê yekê me 12’ê Mijdarê ‘Li Ewropayê Roja Greva Neteweyî ya li Dijî Çekên Kîmyewî’ îlan kir.

Di 12’ê Mijdarê de Kurdistanî, jin, ciwan, kal, xwendekar, dikandar, komên baweriyan, rewşenbîr, demokrat, sosyalîst, muxalif; her kesên ku bi mirovahiyê re ne, em karê xwe deynin aliyekî û dakevin qadan. Em bang li gelê xwe dikin ku kolan bi kolan, mal bi mal bigerin û li Dusseldorfê em bibin bi deh hezaran kes.

Li hemberî bêdengiya OPCW, Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî divê em bibin qîrîn û nefesa gerîlayan. Em bi helwesteke xurt dikarin hovîtiya bi çekên kîmyewî bidin sekinandin û bibin nefesa gerîlayên azadiyê.”