KCDK-E'yê ji bo meşên 1'ê Kanûnê banga tevlîbûnê kir

KCDK-E'yê bal kişand ser êrîşên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û ji bo meşên 1'ê Kanûnê werin lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê, li ser meş û xwepêşandanên 1'ê Kanûnê li gelemperiya cîhanê bên lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewamkirina qedexeya li ser PKK'ê tê wateya astengkirina têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, hiştina navê PKK'ê li lîsteya 'rêxistinên terorê', bi kêrî çeteyên DAÎŞ'ê û dîktatorên mîna Erdogan tê û hate gotin, "Sazî û mirovên li Ewropayê wê li hemû welatên Ewropayê li dijî qedexe û krîmînalîzasyonê, li dijî biryara qirêj, bê exlaq û ne hiqûqî ya DYA'yê ya li dijî 3 siyasetmedarên Kurd, li qadan têbikoşin."

KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 1'ê Kanûnê jî ev bang kir: "Di serî de li bajarê Berlîn ê Elmanyayê, wê li welatên din ên Ewropayê, li Kanada, Japonya, Awûstralyayê meş û çalakî werin lidarxistin. Em bang li Kurdistaniyan û dostên wan dikin ku li dijî qedexe û komployê xwedî li siyasetmedarên xwe derkevin û 1'ê Kanûnê li her devera cîhanê dakevin qadan.

Bi ruhê seferberiyê em tevlî hemû meşên navendî yên li dijî qedexe û komployê li her welatî tên lidarxistin bikin."