KCDK-E'yê ji bo çalakiyên li sê bajaran banga tevlîbûnê kir
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê, ji bo grevên birçîbûnê û çalakiyên rûniştinê yên li Bruksel, Berlîn û Strasbourgê di navbera 1 û 5'ê Nîsanê de pêk werin banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê, ji bo grevên birçîbûnê û çalakiyên rûniştinê yên li Bruksel, Berlîn û Strasbourgê di navbera 1 û 5'ê Nîsanê de pêk werin banga tevlîbûnê kir.
KCDK-E'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ji bo daxwazên bingehîn ên berxwedêrên greva birçîbûnê bên qebûlkirin divê zexta li ser Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê û Konseya Ewropayê were zêdekirin û ji bo vê jî banga tevlîbûna li çalakiyên girseyî kir.
Li gorî daxuyaniyê wê di navbera 1-5'ê Nîsanê de bi hevdemî li Brukselê li ber avahiya Parlamenta Ewropayê, li Berlînê li ber avahiya Parlamenta Federal û li Strasbourgê li ber avahiya Konseya Ewropayê çalakiyên girseyî yên rûniştinê û grevên birçîbûnê pêk werin.
KCDK-E'yê ragihand, bêdengiya Konseya Ewropayê û CPT hevkariya bi sûcê dewleta Tirk re ye û diyar kir, çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê bang li Konseya Ewropa û CPT kirine ku wezîfeya xwe bi cih bînin.
Di daxuyaniyê de hate xwestin, bi ruhê Newroza 2019'an xwedî li çalakiya bi rûmet a berxwedêrên greva birçîbûnê bê derketin û hate gotin, "Em bang li mirovahiya bi rûmet û dostên xwe hemûyan dikin ku bi rengekî çalak tevlî çalakiyên li Bruksel, Berlîn û Strasbourgê bibin."
Bang li welatparêz, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, nûnerên komên baweriyan, jin, ciwan û her kesên li dijî dîktatoriya Erdogan in hate kirin, bi xurtî tevlî çalakiyên rûniştinê û grevên birçîbûnê bibin.