KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 13'ê Hezîranê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E'yê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê banga mezinkirina berxwedanê kir û ji bo çalkaiyên 13'ê Hezîranê banga tevlîbûnê kir.
KCDK-E'yê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê banga mezinkirina berxwedanê kir û ji bo çalkaiyên 13'ê Hezîranê banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand û ji bo çalakiyên 13'ê Hezîranê banga tevlîbûnê kir ku wê li dijî êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk bên lidarxistin.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin bibîrxistin û hate gotin, "Herî dawî 27'ê Gulanê li herêma Bradostê di êrişa namerdî de derwêş û fîlozofê çiyayên Kurdistanê yê azad û fermandarê mezin hevrê Kasim Engîn qetil kirin. Kasim Engîn dema ku li Ewropayê bû li şûna ku jiyaneke şexsî bijî berê xwe da xaka azad û jiyana xwe diyarî têkoşîna ji bo wekhevî û azadiya gelê Kurdistanê û gelên herêmê kir. Bi jiyaneke têgihiştî û kesayetekî mînak û fedakar pêşengî ji têkoşînê re kir. Hevalê Kasim heta dawiya temenê xwe bi fedakarî ji bo yekîtî û azadiya gelê xwe têbikoşiya û kar kir. Bi qasî êşê her wiha hêrsa gelê Kurdistanê jî mezin e. Dem ew dem e ku nirxên berxwedanê yên ji aliyê hevrê Kasim ve hatine afirandin bên mezinkirin û li Kurdistana azad bên misogerkirin.
Li dijî êrişên topyekûn ên dewleta Tirk a faşîst, qirker û mêtinger, divê em berxwedana topyekûn mezin bikin. Li dijî vê zîhniyeta qirker ku li Bakur êrişê dibe ser çand, ziman, îrade û goristanên gelê me ji bilî mezinkirina berxwedanê rêyeke din nîne.
Dewleta Tirk a qirker tevî çeteyên xwe yên barbar bi rêbazên nemerdane êrişê dibin ser jinên me yên li Efrînê. Li Başûr jî bi dagirkerî û bombardûmanê şerekî qirêj ê topyekûn dimeşîne. Dewleta Tirk a faşîst bi her rê û rêbazên li derveyî mirovahiyê, bi rengekî barbarî êrişê dibe ser nirxên Kurd û Kurdistanê. Rejîma faşîst bi amûrên leşkerî, siyasî, çandî, aborî, dîplomatîk hewl dide jiyanê li me bike jehr. Li dijî vê rejîma faşîst yekane rêya serketinê berxwedan e."
KCDK-E'yê di vê çarçoveyê de çalakiyên ku li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk di 13'ê Hezîranê de li welatên Ewropayê, Kanada û Awûstralyayê bên lidarxistin bi bîr xist û banga tevlîbûnê li Kurdistaniyan û dostên wan kir.