KCDK-E’yê cejna Êzî pîroz kir

KCDK-E’yê, cejna Êzî pîroz kir û got, “Divê em ji hêla madî-manewî ve li gelê xwe yê li Bakur xwedî derkevin. Em yekîtî û nasnameya xwebûnê biparêzin.” 

Dîwana Hevseroka KCDK-E’yê bi wesîleya Cejna Êzî peyameke pîrozbahiyê weşand. Di peyamê de cejn hat pîrozkirin hate gotin: "Li gorî baweriya Êzidîtiyê cejna Êzî, roja ku yezdan dinya ava kirî ye. Em vê cejnê di serî de li gelê xwe yê Êzidî li hemû Kurdistanê pîroz dikin.”

Peyam wiha ye:

'DIVÊ EM YEKÎTÎ Û RÊXISTINBÛNÊ PÊŞTIR BIXIN'

"Bi wesîleya Cejnê, di serî de Êzîdxan, hemû Kurdên Êzîdî yên li cîhanê divê yekîtî, rêxistina xwe pêş bixe û hem ji hêla baweriyê ve, hem jî nirxên xwe yên neteweyî biparêzin û pêş bixin. Bi wesîleya Cejnê ji bo avakirina Êzidxanê divê her kes bêtir bixebite, kêmasiyên li pêşiya yekîtiyê rake, di serî de gelê me yê li Şengalê divê em li em xwedî li gelê xwe yê Rojava û Bakur xweyî derkevin. 

Di van rojan de ku faşîzma AKP-MHP’ê dagirkirina Rojava û Şengalê armanc dike, cejna Kurdên Êzidî gelek girîng e. Êrîş û komkujiyên ku jenosîda Kurdan armanc dike di serî de gelê me yê Êzidî, hemû Kurdistanê armanc dike. Lewma di berbanga cejneke wiha girîng de li hemberî êrîşan parastina yekîtî û xwebûnê gelek girîng e.”