KCDK-E: Xelata Nobelê girîng e, divê statuya Şengalê bê nasîn
Dîwana hevserokatiya KCDK-E’yê diyar kir ku xelatgirtina Nobelê ya keça Kurd a Êzîdî Nadiya Mûrad, gaveke girîng e û divê statuya Şengalê bê nasîn.
Dîwana hevserokatiya KCDK-E’yê diyar kir ku xelatgirtina Nobelê ya keça Kurd a Êzîdî Nadiya Mûrad, gaveke girîng e û divê statuya Şengalê bê nasîn.
KCDK-E’yê di derbarê xelatiya aştiyê ya Nobelê de daxuyaniyek da û got; “Îsal xelata aştiyê ya Nobelê ji bo Denîs Mûkwege yê li Komara Demokratîk a Kongoyê bijîşkî dike û li dijî tundiya cinsî têkoşînê dimeşîne û keça Kurd a Êzîdî ya mafê civaka Êzîdî diparêze hate dayîn. Vê gavê em û hemû derdor kêfxweş kirine.”
KCDK-E’yê bal kişand li ser têkoşîna Mûrad a li dijî DAÎŞ’ê û got: “Nadia Mûrad ji sala 2014’an bi hovîtiya DAÎŞ’ê re rû bi rû mabû. Ev xelatiya ji bo Mûrad hatî da ji bo danasîna jenosîda li ser civaka êzîdî gaveke girîng e. Bi vê boneyê di serî de NY, divê saziyên navneteweyî ji bo ev jenosîd dubare nebe divê statuya Şengalê nas bikin û ji bo vê gav bavêjin.”