KCDK-E li wefata Ayhan daxuyanî da

KCDK-E li ser wefata siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan got, "Ew mirovekî mînak bû ku ji bo aştî, demokrasî û azadiya gelê Kurd têkoşiya. Hevrê, heval û şoreşgerekî rasteqîn bû. Bavekî baş bû."

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser wefata siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Îbrahîm Ayhan ku emrê xwe bi têkoşîn û fedakariyê derbas kir, 20'ê Îlonê sibeha Pêncşemê saet 1'ê koça dawî kir.

Îbrahîm Ayhan li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Îbrahîm Ayhan li qada siyaseta demokratîk bi fedakarî xebitî û ked da. Demeke dirêj li girtîgehê ma û di dema parlamenteriyê de ceza lê hate birîn. Tevî vê yekê jî têkoşîna xwe bi biryardarî dewam kir.

Mirina Îbrahîm Ayhan qeder nebû. Di têkoşîna demokrasiyê de ku jiyana xwe kir fedayê wê, bi dehan caran zext û zordarî lê hatibû kirin.

Ayhan ku li navçeya Sêwereg a Rihayê sala 1969'an ji dayik bû, her tim di nava têkoşîna demokrasiyê de ma. Ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xwe ji ti fedakariyê venegirt. Piştî têkoşîna li nava Partiya Civaka Demokratîk, têkoşîna xwe li nava HDP'ê dewam kir.

Ew mirovekî mînak bû ku ji bo aştî, demokrasî û azadiya gelê Kurd têkoşiya. Hevrê, heval û şoreşgerekî rasteqîn bû. Bavekî baş bû.

Ayhan ku xwe ji ti fedakariyê neda alî, ji ber zexta sirgûnê ya desthilatdariya Erdogan a faşîst çû Hewlêrê. Îbrahîm Ayhan ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hebûn, tedawiya wî li Tirkiyeyê nehate kirin û çû Hewlêrê.

Îbrahîm Ayhan ku mehkûmî sirgûnê bû, kesayetekî mînak bû ku emrê xwe diyarî têkoşîna aştiyê kiribû. Bi jiyan û sekna xwe ji me hemûyan re mînak bû.

Weke KCDK-E em li pêşberî têkoşîna wî ya bi biryar û kesayetiya wî ya bi rûmet bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û sersaxiyê ji malbata wî û gelê xwe re dixwazin.

Em soz didin ku em ê xwedî li têkoşîn û bîranîna wî derkevin."